ŞANDEYA KNK’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE
ŞANDE LI GEL KOMÎTEYA AZADIYA JI BO OCALAN Û SEKOY DIJ DAGIRKERIYÊ CIVIYA
Kongreya Netewî ya Kurdistanê, li dijî siyaseta şerxwaz û siyasetên dijî yekîtiya netewî, di nava liv û tevgerê de ye.
Bi vê boneyê şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ye û bi aliyan re hevdîtinan pêk tîne.
Şandeya KNK’ê li Navenda Sohrewerd a Silêmaniyê li gel Komîteya Azadiya ji bo Ocalan û Sekoy Dij Dagirkeriyê civiya.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs di civînê de axivî û bal kişand ser rol û erkê Sekoya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriya Tirk.
POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
TEVGERA CIWANAN LI RANYAYÊ LI DIJÎ ŞERXWAZIYA PDK’Ê STAND VEKIRIN
Di vê navberê de Tevger Ciwanên başurê kurdistanê li Ranya yê li dijî şer xwaziya PDK’ê standa broşura vekirin.
Ciwanan dan diyarkirin ku ew ê li dijî helwesta şerxwaziyê PDK’ê her di nava tekoşînê de bin.
POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
DIVÊ PARLAMENTOYA HERÊMÊ LI DIJÎ PÎLANÊN DEWLETA TIRK XWEDÎ HELWEST BE
Nûnertiya Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê serdana ofîsa parlamentoya Herêma Kurdistanê kir.
Şandeyê bang li parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin da ku dijî pîlanên dewleta Tirk xwedî helwest be.