ŞANDEYA KNK’Ê BI SEROKA PARLEMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ RE CIVIYA
PIŞTÎ CIVÎNÊ BANGA DIYALOGÊ HAT KIRIN
Şendaya Kongreya Netewî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq re civiya.
Piştî civînê hevserokê KNK’ê Ahmed Qeremus daxuyaniyek çapemeniyê da û ragihand ku seroka parlamentoyê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê dûbare kiriye.
Ahmed Qaramus di berdewama axaftina xwe de got ku ewê li ser mijarê bi sazî û partiyên siyasî re jî hevdîtinan bikin.
hevserokê KNK’ê di dawiya axaftina xwe de da diyakirin ku gelê Kurd dijî şerê Kurd bi Kurd e.
Piştî civînê Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fereq jî derket pêşberî kamera û li ser hevdînên nerînên xwe bi çapemeniyê re parvekir.