ŞANDEYA KNK’Ê LI BAŞÛR HEVDÎTINÊN XWE DIDOMÎNE
KNK SERDANA KODAR Û PJAK’Ê KIR
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK serdana, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK û KODAR’ê kir.
Di civînê de yekîtiya neteweyî, parastina destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd û pêşîgirtina nakokiyên li Başûrê Kurdistanê hene hatin nixandin.
Di civînê de hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm li ser aloziya li herêmê heyî axifî û got;
“Dijminên gelê Kurd bi her awayî dixwazin pêşî li nasname, statû û destkeftiyên gelê kurd bigre. Lewma pêwîste gelê Kurd bi yekrêziyê heye”
Hevserokê KNKê Ahmed Karamus jî di hevdîtinê de got : “Li Başûrê Kurdistanê gelê me di vê qonaxê de aloziyê qebûl nake.Em hêvîdarin di hevdîtinên me yên li gel hizbê Kurdistanî de ji bo pêşîlêgirtina şerê bi xwe re bersivek pozîtîv û baş bîne.”