Bombardûman û dagirkeriya dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê didome.
Bi taybetî jî li herêmên parastinê yên medyayê.
Şandeya Parlementoya Herêma Kurdistanê, ji bo ev dagirkerî û êrişên dewleta Tirk lêkolîn bike, çû herêma Balekayetî û dest bi lêkolînê kir.
Lijne pişt re jî wê serdana Herêma Biradostê bike.
12 parlamenteran, bi daxwaznameyekê ji serokatiya parlamentoyê xwestin ku mijara bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê, ya li ser xaka Başûrê Kurdistan, bixin bernameya karê xwe.
Roja 29’ê Hezîranê jî li parlamentoyê ev mijar hat nîqaşkirin.
Piştî niqaşên tûnd, baryar hat girtin ku civînek derbarê bombebarana dewleta Tirk û Îran ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk bînin.
Seroka parlamentoyê Dr. Rêwaz Fayeq, ragihand ku lijneya navxweyî û ya pêşmergeyan jî ji bo raporek amade bike erkdar kir.
Piştî biryarê Serokê lijneya navxweyî û asayîşê Şaxewan Reuf, roja 30’yê Hezîranê, têkildarî mijarê civîna çapemeniyê lidar xist.
Şaxewan Reuf, da zanîn ku ji bo lêkolîn 3 lijne hatine amade kirin û destnîşan kir ku ev ne cara yekem e dewleta Tirk û Îran herêmê bombebaran dikin.
Serokê Lijneya Navxweyî got;
“Em dixwazin sedemê van destdirêjî û dagirkeriyan ji bo raya giştî û parlamentoyê eşkere bikin.”
Lijneyên ku hatibûn erkdar kirin, 5’ê Tîrmehê derbasî herêma Balekayetî bû.
Li deverên ku dewleta Tirk û Îranê bombardûman kirine, dest bi lêkolînan kir.
Ev lijne piştî Balekayetî, wê serdana herêma Biradostê bikin.
Pişt re jî wê rapora xwe, radestî pralementoya Hewlêr û Bexdayê bike.
Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike.
Hikumeta herêmê hê jî bêdeng e.
Xelkê herêmê jî, ji vê bêdengiya hikumetê nerazî ye.
Pirsa tê kirin eve; gelo piştî rapora lijneyê wê parlametnoya herêmê çi bike?