Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şandeya Şengalê çû serdana Bexdayê 27.01.2021

 

ŞANDEYA ŞENGALÊ LI BAXDA YE
FARIZ HERBO: DAXWAZA ME PÊKANÎNA MAFÊ REWA YÊ GELÊ IRAQÊ YE

Piştî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê derbasî serdana Bexdayê kir.

Şandeya ku ji nûnerê Partiya Azadiya Demokratî a Êzidiyan, nûnera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêver a Şengalê pêk tê li Bexdayê bi gelek aliyên sîyasî re hevdîtin pêk anîn.

Li ser hevdîtinên şendayê pêk anîne berdevkê Şenadeya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo axivî.

Herbo da diyarkirin ku li dijî planên dagirkirina Şengalê di nav hewildanan de ne.

ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK A LI SER ŞENGALÊ
EREBÊN LI HERÊMA ŞANGALÊ, LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ BANGA TIFAQÊ KIRIN

Li ser êrişkariya dewleta tirk ji nûnerê Şîayên herêma Şengalê Seyîd Mehmûd El Aracî ji Rojnews re axivî.

Seyîd Mehmud El Aracî destpêkê balkêşa ser gefên serokkomarê Tirk Erdogan li ser Şengalê û got:

“Ev 6 sal e Şengal bi îradeya xwe, xwe bi rêvedibin. Em wek pêkhateyên Şengalê, bi hevre jiyan dikin û ti pirsgirêka me bi hevre nîne.

Lê mixabin dewletên derve ji ber berjewendiyên xwe, vê rewşa aram têk dibin. Dixwazin carek din Şengalê veguherînin qada şer.”

El Aracî bal kişand ser lihevkirina di navbera PDK’ê û Bexdayê jî û wiha axivî:

Piştî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya di navbera Iraq û Hewlêrê hatî îmzekirin, fikarên me gelek zêde bûne.

Em weke pêkhateyên Şengalê bi ti awayî vê peymana qirkirinê ya li ser gelê herêmê tê ferzkirin qebûl nakin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv