Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şandeyek ji Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Sengalê re civiya 09.11.2020

 

Gelê Şengalê bi bertek û nerazîbûnan xwe yên li ser peymana ku di navbera PDK’ê û Bexdayê de hatiye îmzekirin dengê xwe gihandin gelek aliyan.

Ji bo pêşveçûnên li herêmê diqewimin û peymana îradeya gelê şengalê tine dihesibîne giftugo bike

Şandeyeke ji Bexdayê serdana Şengalê kir.

Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK’ê û Bexdayê hatî îmzekirin ji gelek aliyan ve bi zimanekî tund hat rexnekirin.

Di serî de gelê Şengalê û gelek aliyên demokratîk li dijî vê peymana îradeya gelan tine dihesibînin daketin qada û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Rêvebiriya Xweser ya Şengalê li dijî vê peymana hebûn û têkoşîna wan ya li dijî zordestî û zilma DAIŞ’ê tine dibîne, bi sazî û rêxistinên di qada diplomadîk de jî ket nava liv û tevgerê.

ji bo pergala ku bi îradeya gel ve hatiye avakirin têk neçe gelê şengalê bi hemû pêkhatiyên xwe ve bi îrade û berxwedanek mezin xwedî li rêvebiriya Xweser derket.

Ev helwesta û israra gel ya li dijî peymana ku bi israr PDK’ê û dewleta tirk ve hatiiye îmzekirn ji gelek aliyan ve hat dîtin.

Ji bo vê rewşa nexweş ya bi îmzekirina peymana ve derketiye gelek aliyan bi daxuyanî û peyanmên xwe ve piştgirî da gelê Şengalê.

Ji bo vê rewşa nexweş û peymana hatiye îmzekirin nîqaş bike Şandeyek ji Hikûmeta Iraqê serdana Şengalê kir.

Şende bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya.

Civîn li navenda hêzên Iraqê ya li nahiya Sinûnê ya ser bi Şengalê pêk hat.

di civînê de peymana di navbera PDK’ê û Bexdayê de hatiye îmzekirin û êrîşên li ser gelê Şengalê pêş dikevin dê were dest girtin.

Gelê Şengalê jî ji bo protestokirina peymana îradeya wan tine dihesibîne piştgiriyê bidin rêvebiriya xweser ya Şengalê li pêşiya avahiyê kom bûn.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv