GIRÊ ŞÊRAN
ŞAREDARIYA ŞÊRAN 1500 DAR LI SER GIR DIÇÎNE
Şaredariya navçeya Şêranê, li ser Girê Şêranê ku dikeve rojhilatê Kobanê dest bi çandina daran kiriye.
Li ser gir wê 1500 dar werin çandin.
Şaredarî wê li ser gir 1200 darên sinober ango çam û 300 darên sero biçîne.
Bi dehan endamên saziyên sivîl û rêxistinên civakî yên navçeyê beşdarî xebata çandiniyê bûn.