LIHEVKIRINA PDK Û BEXDA LI SER ŞENGALÊ
SAZÎ Û RÊXISTINÊN ÊZIDÎ LI HANNOVER DEST BI ÇALAKIYA NOBETÊ KIRIN
Li dijî lihevkriina PDK’ê û hukûmeta Iraqê ya li ser Şengalê, civaka Êzidî ya li derveyî welêt di nava tevgerê de ye.
Sazî û rêxistinên civaka Êzidî li bajarê Almanyayê Hannoverê dest bi çalakiya nobetê kirin.
Berdevkê Koordînasyona Civaka Êzidî Cercûr Cemîl di destpêkirina çalakiyê de axivî û balkişand ser bexwedana xelkê Şengalê.
Paşê li ser navê sazî û rêxistinan daxuyaniya nivîskî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de jî hat gotin, Êzidî wê ti biryarên li dijî xwe qebûl nekin.
Çalakiya nobetê ya sazî û rêxistinên civaka Êzidî heta 30’ê Çîleyê wê dewam bike.