ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞENGALÊ
SAZÎ Û RÊXISTINÊN ŞENGALÊ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN
Sazî û rêxistinên Şengalê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kirin ku li hemberî êrişên dewleta trik serweriya xaka xwe biparêze.
Şengalî herwiha ji ber bêdengî û piştgiriya wê ya ji bo dewleta tirk rêxistina NATO jî sûçdar kirin.
25’ê tebaxê artêşa tirk a dagirker bi balafirên bê mirov êrîşê Şengalê kir.
Sazî û rêxistinên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîş şermezar kirin.
Daxuyaniya bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Dexîl Mirad ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ewê ji gef û êrîşên dewleta Tirk netirsin û bi hemû hêza xwe li ser xizmetkirina civaka Êzidî berdewam bin.
Li ser navê tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zehra Dexîl jî axivî û bang li hikûmeta Iraqê kir ku serweriya xaka xwe biparêze.
Endama Meclîsa gel a Digurê Edna Şemo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirke û wiha got:
Endamê rêveberiya xweser Şengalê Salih Êzidîn jî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi tûndî şermezakir û wiha got:
Hevserokê Meclîsa Sinûnê Xwedêda Elyas jî axivî û got: Êrişên li ser Şengalê tên kirin bi destê hêza nato tên kirin.