Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Saziya Garabîde ya herêma Baskê ya xweser aktivîstên ziman perwerde dike

 

Têkoşîna ji bo parastina ziman li gelek aliyên cîhanê yek ji hêmanên rizgariya neteweyî tê qebûlkirin.

Lewma aktîvîstên doza neteweyî herdem bi bernameyên cihêreng hewl didin zimanê gel biparêzin.

Li Welatê Baskê komekê dildarên ziman ku li dora saziyekê hatine cem hev, dixwazin bi tecrûbeya xwe ya têkoşîna zimanê destekê bidin kêmarên cîhanê.

Welatê Bask ê li bakurê Îspanyayê herêmeke xweser e ku herî zêde bi zimanê baskî, ANGO bi navê esil Eûskera tê naskirin.

Baskî zimanekî dîrokî ye lêbelê ji ber polîtîkayên asîmîlasyonîst ên Îspanyayê zirareke mezin dîtiye.

Di salên dawî de li vî welatî, gelek saziyên sivîl ji bo destekê bidin hewldana parastina ziman hatine damezrandin.

Yek ji wan Garabîde ye ku bi xebatên xwe, dixwaze tecrûbeya têkoşîna ji bo zimanê Baskî belavî her aliyê cîhanê bike.

Saziyê ji bo vê,  kursên aktîvîzm û parastina ziman li dar dixe û her sal bi dehan dildarên zimanên kêmar tevlî van korrsan dibin.

Beşdarên kurrsan sertîfîkayekê werdigirin û paşê bi vê zanebûnê têkoşîna ji bo zimanê xwe dimeşînin.

Herwiha, aktîvîstên vê saziyê bi projeyên li Amerîkaya Latîn, destekê didin hewldanên parastina zimanên xweciyan.

Armanca van projeyan, ligel parastina zimanên heyî, vejina zimanên di bin xetereya xedar a asîmîlasyonê de ye.

Nîvê beşdarên van kursansan ji nav jinan tên hilbijartin û bi vî awayî saziyê di xebatên xwe de wekheviya zayendî diparêze.

Aktîvîsên Garabîdeyê di wê baweriyê de ne ku bi parastina zimanên kêmar wê cîhan ji berê xweştir bibe.

Û lewma jî xebata xwe ya watedar, ber bi vê cîhana adil ku tê de hemû ziman wekî hev in de mîna gavek dibînin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv