Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Saziyên Demokratîk ên Kurdî: Divê Kurd şerê hev nekin, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin 29.10.2020

 

SAZIYÊN DEMOKRATÎK ÊN KURDÎ:
DIVÊ KURD ŞERÊ HEV NEKIN PIRSGIRÊKAN BI DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN

Sazî û rêxistinên Kurd diyar kirin ku bi veguhestina hêzên PDK’ê li Garê gihîştiye qonaxeke metirsîdar.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û tê de bal kişand ser êrişên dewlta tirk ên li başûrê Kurdistanê.

KNK’ê bi bîr xist ku dewleta tirk li Başûr bi dehan baregehênx we danîne û êrişên xwe yên dagirkeriyê dewam dike.

Li gel van êrişan yek ji polîtîkaya dewleta tirk jî ew ku kurdan bi hev bide şerkirin.

KNK’ê bal kişand ser vê terza siyaseta dewleta tirk û xwest PDK neyê van lîstikan.

KNK’ê îşaret bi banga rêveberên KCK’ê û hişyariyên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê MUrat Karayilan kir û got:

Ev bang û hişyarî di cih de ne û lazim e aliyên kurdî pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.

Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê li dijî talokeya ‘birakujiyê’ ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan.

Rêxistinên kurd bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî kirin ku li dijî talokeya şerê navxwe dengê xwe bi rengekî xurt derxînin.

Rêxistinan bi vî rengî bang li Mesûd Barzanî jî kirin:

Her wiha li vir bangek me ya taybet ji Kek Mesûd Barzanî re heye. Em û gelê me wê gotina wî ya gotibû “heta ez hebim, ez nahêlim şerê birakujî çêbibe” ji bîr nakin. Vaye şer li ber derî û li ber çava ye, lê ev demek dirêje bêdeng e, gelo çima?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv