Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe JinNûçeyên Dawî

Saziyên Jinan li Stenbolê: Destên xwe nedin peyamana Stebolê

 

Jin ji bo destkeftiyên xwe yên ku desthilatdariya AKPê dixwaze ji holê rake, li qadan e.

Li Stenbolê jinan bi daxuyaniyekê dan xuyakirin ku ewê destûr nedin peymana Stenbolê were bêtalkirin.

Komîteya Jin a girêdayî konfederasyona karkerên sendîkayên şoreşger-DÎSKê li dijî destwerdana Peymana Stenbolê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li ber avahiya şaredariya Kadikoyê hat dayîn.

Berdevka Komisyona jinan Hesret Dûrgûn daxuyanî xwend.

Hesret daxuyakirin ku ew jinên li tirkiyê bi salan e bi êrişên sîstematîk re rû bi rû tên û got,

Dewleta tirk ku gomlekê dînan li civakê dike, şîdet tacîz, tecawiz û kuştina jinan jî rewa dike.

Hesret Dûrgûn îşaret bi girîngiya Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan kir û wiha axivî.

Li vir bisekinin. peymana stenbolê destkeftiya jinên vî welatî ye. emê destûr nedin hûn peymanê pêk neyînin û xwe jê vekişînin.

Berdevka Komisyonê Hesret Dûrgûn daxuyakirin ku tehemûla wan nîne jineke din were qetilkirin û got,

Em ji çanda berxwedanê tên emê vê bi têkoşîna xwe re bikin yek û heta dawî têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv