Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sebra xelkê ji siyaset û hevkariyên PDK’ê re nemaye 16.10.2020

 

NAVENDA BAZAR Û NOKERIYÊ
SEBRA XELKÊ JI SIYASET Û HEVKARIYÊN PDK’Ê RE NEMAYE

PDK bazara xwe ya li ser destketiyên Kurdan a bi hêzên herêmî re dewam dike.

PDK bi AKP-MHP’ê re li ser daxwaza dewleta Tirk cihê xwe di nava wan pîlanên qirêjî de digire ku derbê li destketiyên Kurdan dixe.

PDK ku li dijî PKK’ê bi dewleta Tirk û hemû hêzên din re bazariyê dike, piştgiriya siyasî, leşkerî, îstîxbaratî, dîplomatîk û aborî dide êrişên hêzên navborî.

Di vê mijarê de pratîka xwe ya destpêkê jî di dagirkirina Efrînê de kir. Di ser ENKS’ê re ew bi xwe di dagirkrina Efrînê de cihê xwe girt.

Heman PDK’ê, dema dewleta Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest bi êrişên ji bo dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê kir, kete nava hewldana ‘rewakirin’a dagirkeriya dewleta Tirk.

Heta serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî got; Ti pirsgirêka dewleta tirk bi kurdan re tine ye.

Piştî kuştina sîxurê MÎT’ê Osman Kose PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser Kampa Mexmûrê û vê ambargoyê jî zêdeyî salekê didomîne.

PDK’ê di Nîsana 2020’î de vê carê li dijî Zînî Wertê jî gaveke xeter û bêyom avêt.

Piştî ku PDK çû herêmê balafirên şer ên Tirk bombe li nuqteyên gerîlayên HPG’ê barandin, di êrişê de 3 gerîla şehîd bûn.

Karê PDK’ê yê avakirina bingehê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re di dema êrişên li ser Heftanînê de jî dewam kir ku meha Hezîrana 2020’an dewleta tirk dest bi êrişan kir.

Bi heman rengî rêgeha Zaxo-Behdînanê li artêş û îstîxbarata Tirk vekir û ji başûr ve di dorpêçkirina Heftanînê de rol lîst.

Di heman demê de gelê Behdînanê bi taybetî jî şêniyên Bamernê û Şeladizê ku li ber dagirkeriyê rabû, kir hedefa dewleta Tirk û hewl da bi destgîrkirin û gefan bitepisîne.

PDK’ê 3’ê Tebaxa 2014’an ji ber êrişên DAÎŞ’ê û di Cotmeha 2017’an de jî ji ber êrişên artêşa Iraqê û Haşdî Şabî hêzên xwe ji herêmê vekişand, îcar di 9’ê Cotmeha 2020’î de jî bi Bexdayê re der barê Şengalêd e peymaneke korsan girêda.

Peyman, ji aliyê Êzidiyan ve weke “Dewama Fermanê” hate pênasekirin û bû sedema nerazîbûnên mezin.

Li gorî saloxan niha jî PDK têkildarî Kerkûk, Germiyan û herêmên din ên cihê nîqaşê ne ji bo heman lihevkirinê bike dest bi bazariyan kiriye.

Ev gavên PDK’ê ku li ser Kerkûkê û tevahiya Başûrê Kurdistanê gefeke mezin e, di heman demê de gefê li Rojava jî dixwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv