Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Sedemên astengkirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

 

HEWLDANÊN JI BO KONGREYA NETEWEYÎ YÊN 2013’AN
JI BER ÇI DI QONAXA DAWÎ DE HEWLDAN TÊK ÇÛN Û KÎJAN HÊZ BÛ SEBEB?

Ji her demê zêdetir pêwistiya gelê Kurd bi Tifaqê heye.

Sala 2013’an li ser banga KCK’ê ji bo kongreya netewî gelek hevdîtin hatin kirin.

Di hevdîtinan de PDK li dijî şertê hevserokatiyê derket.

Rêber Apo ev şert jî vekişand.

Lê belê PDK dîsa qebûl nekir û beyî ku hincet nîşan bide pêvajoyê rawestand.

PDK têkildarî vê mijarê daxuyanî da û îddîa kir ku KCK vê pêvajoyê têk biriye.

Emê berê xwe bidin wê demê çi bûye?

Hewldan li ser banga kê dest pê kirin û ji ber çi sedeman têk çû?

Di vê nûçeya me de, belge û şahidên wê demê cih digirin.

PDK’ê di bin navê Beşa Rojnamevaniyê ya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK’ê de daxuyaniyeke balkêş da.

Çapemeniya wê ev daxuyanî weke bersiva daxuyaniya KCK’ê ya 23’yê Tebaxê ragihand.

Di daxuyaniyê de gelek mijarên hatine destnîşankirin cihê nîqaşê û nakokiyê ne.

Yek ji wan jî mijara lidarxistina Kongreya Neteweyî ye, ku 2013’an di rojevê de bû.

Di daxuyaniya li ser navê PDK’ê de tê gotin, PKK’ê biserxistina hewldanên kongreya neteweyî ji nav birine an go têk birine.

Em li wê dîrokê vegerin ka çi qewimî?

Di dema hevdîtinên li gel heyeta Îmraliyê de Rêber Apo 3 konferans ji bo Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê û lidar xistina Kongreya Neteweyî jî li Başûrê Kurdistanê pêşniyar kiribû.

Di çarçoveya vê pêşniyar û bangê de, di serî de PKK, KCK, PDK, YNK, tevahiya partî, sazî, rêxistin û hêzên Kurdistanî cara yekê bû ku hevdîtinên ewçendî berfireh derheqê yekîtiyê de lidarxistibûn.

Lê mixabin, ev hevdîtin dema gihişt qonaxa dawî neçûn serî.

Yek ji beşdarên di hevdîtinên sereke hemûyan de hazir, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû.

Sabrî Ok di Bernameya Rojeva Welat a Stêrk Tv de têkildarî qonaxa dawî ya hevdîtinan ev agahî dabûn.

Lê vê pêşniyarê ji aliyê PDK’ê ve çawa bersiva xwe girt?

cemil bayik-heftenin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiva vê yekê dide û wiha behsa nameya Rêber Apo ji

Mesûd Barzanî re şandî û bersiva Mesûd Barzanî dike:

PDK’ê pergala hevserokatiyê qebûl nekir. Li cihê wê, sîstema serokatiyê pêşniyar kir û israr kir. Rêber Apo

xwest vê yekê jî çareser bike û got, “heke sîstema hevserokatiyê nayê qebûlkirin, bila serokatî û cîgiriya wî hebe û cîgir jî jin be.”

Sekreteryayek a ji 3 kesên YNK, PDK û PKK’ê hatibû sazîkirin. Lê PDK’ê bi tena serê xwe biryar dida, civîn

didan paş û haya sekreteryayê ji vê yekê nedibû. PDK’ê ev yek li ser PKK’ê ferz kir; “an wê kongreyeke bi dilê

me bibe an jî emê nehêlin were lidar xistin.”

Ji van beyanan jî eşkere dibe, ku PDK ji bo Kongreya Neteweyî neyê lidar xistin a ji destê wê hatiye kiriye.

Jixwe ji ber ku PDK’ê sîstema Serokatiyê û Cîgiriya wê jî qebûl nekir, hewldanên lidar xistina Kongreya Neteweyî têk çûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv