Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Çand Û HunerNûçeyên Dawî

Sedikaya Muzîkjenên Birîtanyayê piştgîr dan kampanya azadiya Rêber APO

 

Sendîkayên karkeran ên mezin ên li Qraliyeta Yekbûyî, bi salan e ji bo Ocalan kampanyayê dimeşînin.

Kampanya bi rengekî fermî ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ve tê meşandin ku bi milyonan endamên wan sendîkayan hene.

Sendîka gelek beşên cuda yên civakê temsîl dikin. Yek ji wan jî PROSPECT e ku zanyar, hunermend, endezyar û midur endamên wê ne. Derdora 183 hezar endamên xwe hene. Thompsons Solicitors jî temsîla bi sedan parêzerî dike.

Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ sala 2016’an li Kamara Avamê bi daxuyaniyekê ji aliyê mezintirîn sendîkayên Îngilistanê û Galê Unite The Union û Sendîkaya Karê Giştî (GMB) ve hate destpêkirin. Unite the Union 1.5 milyon endamên xwe hene, GMB’ê jî 800 hezar endamên xwe hene.

DI MEHA GULANÊ DE TEVLÎBÛNÊN NÛ ÇÊBÛN

Herî dawî sendîkaya MU tevlî kampanyayê bû ku ev sendîka temsîla zêdeyî 30 hezar muzîsyenî dike. Sendîka di sala 1893’an de li bajarê Manchesterê ava bû.

Tevî sendîkaya MU’yê di nava meha Gulanê de beşên Unite South East Regional Committee, Unite Civil Air Transport Section, Unite Branch 7687, Unite Fylde Coast û Unite Doncaster NE/Sec1 ên ser bi sendîkaya Unite jî tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn.

ROLA MUZÎKÊ

Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ (Frfeedom for Ocalan) piştgiriya Yekîtiya Muzîsyenan silav kir. Kampanyayê destnîşan kir ku muzîk li tevahiya cîhanê di nava dînamîzma tevgerên civakî de bi roleke bingehîn radibe.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di têkoşîna dijî rejîma Apartheîd de ya li Efrîkaya Başûr, muzîkê li qada navneteweyî roleke girîng lîstiye û hate gotin, “Muzîkê dengê xwe da dengê yên bêdeng û kir ku neheqiya li reşikên li Efrîkaya Başûr tê kirin bê dîtin û bihîstin.”

Kampanyayê bi bîr xist ku dewleta Tirk heman piştî avabûnê ziman, kinc û navên Kurdî qedexe kir û ji salên 1980’î û pê ve gelek kes ji ber ku bi Kurdî stran gotin hatin girtin.

Kampanyayê bal kişand ser rola muzîkê ya di nava berxwedana dijî zilmê de û diyar kir, “Stranên azadiyê her tim ji bo çîna karker a rêxistinbûyî bûn awazê têkoşîna navneteweyî.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

11:00 Rabori Mahsum Gabar 21.09 2022

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv