Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şefê berê yê îstîxbarata artêşa tirk Îsmaîl Hakki Pekîn: Mîna Parîsê, niha jî lazim e em rayedarên PKK’ê yên li Ewropayê bikin hedef 19.02.2021

 

ŞEFÊ BERÊ YÊ ÎSTÎXBARATA ARTÊŞA TIRK ÎSMAÎL HAKKI PEKÎN:
MÎNA PARÎSÊ, NIHA JÎ LAZIM E EM RAYEDARÊN PKK’Ê YÊN LI EWRÛPAYÊ BIKIN HEDEF

Di 14’ê Sibatê de dewleta Tirk ku duyemîn hêzan mezin a NATO’yê ye bi 509 balafir û hezaran leşker hewl da Garê dagir bike.

Bi ser de jî 13 esker û polîsên ku ji aliyê gerîlla ve dîl hatibûn girtin, bi bombeyên balafiran kuştin..

Dewleta Tirk di 4 rojan de li Garê têkçû.

Di serî de HDP’ê, beşeke mezin ji muxalefetê, Erdogan weke berpisê vê encamê dibînin..

Desthilatdarî jî ji bo bi ser vê têkçûyînê de bigre, hemû hêza xwe bikar tîne..

Hema bêjin, her rojê kalemşor û şerxwazan beşdarî bernameya dike..

Yek ji van kesan jî Îsmaîl Hakki Pekîn e..

Îsmaîl Hakki Pekîn heta sala 2012’an di asta fermandariya herî jor de cihê xwe di nava artêşa Tirk de girt û beşdarî gelek şerê li dijî Kurdan bûye…

Niha jî endamê Partiya nijadperest Vatanê ye..

Îsmaîl Hakki Pekîn di bernameya kanaleke tevîzyona Tirk de lixwe mukir hatin ku komkujiya Parîsê ya sala 2013’an ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin..

Generalê teqawîtbûyî bi vê jî sînordar nema û bang li dewletê kir da ku heman rêbazan dîsa bikar bîne..

Îsmaîl Hakki Pekîn di axaftina tîne ziman ku endamên konseya rêveber ên tevgera Kurd ji Qendîlê dernakevin û ji ber vî yekê hedefgirtina wan ne hêsane ..

Weke alternatîf jî vê rêyê nîşan dide:

Li Ewrûpayê endamên wan ên konseyê hene. Lazim e em li hemberî wan tiştekî bikin. Beriya niha li Parîsê hatibû kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv