Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK Qasim Engîn

 

Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser şehadeta endamê Komîteya Rêveber Qasim Engîn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Milîtanê partiya me, yê hêja,

Fermandar û rêveberê tevgera me, Qasim Engîn tevlî kerwanê nemiran bû..

Bi van gotinan, Komîteya Rêveber a PKK’ê şehadeta endamê xwe eşkere kir.

Qasim Engîn bêtirî 35 salan bê rawestan ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya.

Di 27’ê Gulanê de li herêma Biradostê di encama êrişa balafirên artêşa Tirk ya dagirker de şehîd bû..

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
FERMANDAR Û RÊVEBERÊ TEVGERA ME, QASIM ENGÎN ŞEHÎD BÛ

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê, şehadeta endamê xwe Îsmaîl Nazlikul binasnav Qasim Engîn bi raya giştî re parve kir..

Komîteyê bi van gotinan behsa bûyerê kir:

Milîtanê hêja, fermandar û rêveberê partiya me, hevrê Qasim ENGÎN 27’ê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de li qada Bradostê şehîd bû.

Di serî de malbata wî ya bi qedr û qîmet, em sersaxiyê ji pêkhateyên partiya xwe û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Her canekî ku em ji dest didin wê hêrsa me ya li dijî dijmin qat bi qat mezintir bike, biryardariya me ya di berxwedan û têkoşînê de xurt bike û li ser şopa hevrê Qasim Engîn wê Kurdistana azad ava bibe.

ŞEHADETA QASIM ENGÎN
EW DÎROKZAN Û LÊKOLÎNERÊ TEVGERA AZADIYÊ BÛ

Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi taybetmendiyên fermandar Qasim Engîn kir û wiha got:

Li qadên perwerde, xebatên akademîk û lêkolîna dîrokê, xwedî kedeke mezin bû. Perspektîfa PKK’ê ya ji bo afirandina paşeroja wekhev û azad, mohra xwe li xebata pîroz a binavê “Dîroka niha ye” da.

Hewldana wî ya herî bi qîmet ew bû ku felsefeya têkoşînê ya Tevgera Azadiyê bigihêje her beşên civakê.

Ew di têkoşîna xwe ya 35 salan de ji bo ku bibe milîtanekî rastîn ê Rêber Apo bi şev û roj dixebitî.

Bawerî bi têkoşîn û serfiraziyê bi sînor bû.

Bi dilnizmiya xwe bû mînaka kesayetiyeke sosyalîst. Bi jîrbûn, ked, zindîbûn û afrêneriya xwe, çavkaniya hêz û moralê bû. Di her firsendê de ev tişt digot:

Ji xeynî berxwedan û têkoşînê ti rêyeke di li pêş me tine ye.

Komîteya Rêveber a PKK’ê teqez kir ku ew ê tola Qasim Engîn û şehîdên Kurdistanê li erdê nehêle û wiha dewam kir:

Endamekî gelekî hêja yê gelê Kurdistanê şehîd bûye. Em dizanin çawa ku ciwanên Kurdistanê şehadeta Engîn Sîncer kirin sedema artêşbûyînê, wê bi heman biryardariyê bibin bersiva şehadeta Qasim Engîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv