1975’an li Dersimê ji dayîk bû.
Kurê Gaye û Xidirê Dersimî bû.
Ji malbateke welatparêz a zarokên xwe da oxira şoreşa Kurdistanê.
2 birayên wî li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn.
1993’yan 3 mehan 1994’an 7 mehan di zindanên dewleta Tirk de ma û 3 caran hat binçavkirin.
Çawa bîra dinyayê bir, berê xwe da nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê.
Ket ser şopa du birayên xwe yên şehîd.
1994’an êdî gerîlayekî tevgera azadiyê bû.
Sala 2000î Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan, 2003’yan û 2014’an Akademiya Mahsûm Korkmaz bi serketî qedand.
Li herêmên Dersim, Başûr, Qendîl, Derya Reş-Koçgirî gerîlatî kir.
Li Derya Reş di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bû.
Herî dawî li Dersimê Fermandarê HPG’ê yê Eyaletê bû.
10’ê Mijdarê li Geliyê Axvanos ê Dersimê di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû.