HASAN GUNER-BARGIRAN ERKENDÎ
JI GUNDÊ WELATPARÊZIYÊ ERKENDIYÊ RABÛ Û BÛ ŞOREŞGEREKÎ NEMIR
Hasan Guner bi nasnav Bargiran Erkendî…
1988’an li Edenê ji dayîk dibe.
Ji gundê Erkendî yê qada Garisa ya herêma Botanê ye, ku bi welatparêziya xwe ya qeyîm a weke pola tê naskirin.
Di nava malbateke welatparêz de dibe.
Malbata Bargiran piştî ku dagirkeriya Tirk gund şewitand, ji neçarî koçî metropolên Tirkiyê dike.
Bargiran di nava malbata xwe de bi hestên mezin ên welatparêziyê mezin dibe.
Di zarokatiya xwe de serî li ber dijminê dagirker radike û dibe yek ji generalên biçûk ê têkoşîna azadiyê.
Bargiran 14 salî dikeve zîndanê û têkoşîna xwe li vir jî didomîne.
Tê berdan û careke din tê girtin.
Herî dawî dema tê berdan, 2004’an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla dibe.
Bi dilnizmiya xwe li nava refên gerîla di wextekî kin de dibe fermandarek.
Ji Xakurkê heta Garê, di azadkirina gelek deverên Kurdistanê de ji faşîzma DAIŞ’ê, weke fermandarekî pêşeng radibe.
Li Cenga Heftanînê jî fermandariyeke pêşeng dike.
Çalakiyên serketî yên li dijî dagirkerên li ser Girên Şehîd Mervan, Konferans, Partîzan, Şehîd Bêrîvan û Dûpişk bi xwe koordîne dike.
Ji operasyona şoreşgerî ya Pîrbilayê re, ku 8’ê Tebaxê pêk hat, 22 kontra û dagirker hatin kuştin û 2 helîkopteran derb xwar, fermandariyê dike.
Dibe xwedî têkoşîneke 20 salan û gerîlatiyeke 17 salan.
Hasan Guner bi nasnav Bargiran Erkendî 20’ê Tebaxa 2020’an di êrişa balafirên şer ên dagirkeriya Tirk de li Heftanînê şehîd dibe.