Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî-Filîz Aslan û yek Fermandarê pêşeng ê PKK’ê Dozdar Hamo hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li paytexta Fransa Parîsê Navenda Civaka Kurd a Ahmet Kaya pêk hat.
Gelek Kurdistaniyên li Parîsê dijîn tevlî bîranînê bûn.
Li ser navê Komîteya Şehîdan Xeyrî Uludag axivî û gotina Rêber Abdullah Ocalan a ‘PKK partiya şehîdan e’ bi bîr xist û got; divê em layîqî şehîdan bibin.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûpel Mûnzûr jî axivî û diyar kir ku Leyla Agirî 27 salan têkoşiya û xwedî kedeke mezin e.