Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîd Qasim Engîn 32 salên Tije ked û têkoşînin

 

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn şoreşgerekî 35 salan bû.

Zêdetirî 31 salan gerîlatî û fermandarî kir, di xebatên perwerdê yên rêxistinê de cîh girt.

Di axaftina xwe ya dawî de li ser şehîdên meha Gulanê nirxandin kiribûn û gotibû herî zêde di vê mehê de şehadet çêbûne.

Piştî wê bi hefteyekê ew jî bû yek ji şehîdên meha Gulanê.

Hevalên me li ser jiyan û têkoşîna Qasim Engîn dosyayek amade kirin.

Ka em li xebat û têkoşîna Şoreşger, fermandar û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn a ji bo azadiya Kurdistanê binerin..

Şoreşger, fermandar û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn ji navçeya Mereş Pazarcixê ye, lê li Ewrûpayê mezin bû.

Di sala 1978’an de xalekî wî li Çewligê şehîd bû.

Xalekî wî jî gerîla bû.

Ji ber vê yekê naskirina malbatê bi tevgera azadiyê re zû çêbû.

Di sala 1985’an de tevlî nava xebatên partiyê bû.

Qasim Engîn li Ewrûpayê xebatên ciwanan, çand, huner û dîplomasiyê meşand.

Sala 1989’an jî tevlî nava refên PKK’ê bû.

Piştî bi demekê jî tevî komek hevalên xwe çû Akademiya Mahsûm Korkmaz.

Li wê derê Rêber Apo ji nêz ve naskir.

Ji ber ku bi zimanên Ewrûpî dizanîbû karê wergerê jî dikir.

Qasim Engîn di salên 1990’î de li Eyaleta Başûr-rojavayê Kurdistanê fermandariya gerîlayan kir.

Cihê ku lê ji dayik bibû, li Nûrhak, Engîzek û Bînboga têkoşîna li dijî dagirkeriyê meşand.

Paşê li Botanê bû fermandarê gerîla.

Li Başûrê Kurdistanê jî li herêmên Behdînan, Bradost û Qendîlê xebat meşand.

Demek dirêj berpirsyariya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê kir.

Piştre jî di karê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê xebitî.

Axaftina dawî ya Qasim Engîn di 18’ê Gulanê de hat weşandin.

Li ser şehîdên meha Gulanê nirxandin kirin û got herî zêde di vê mehê de şehadet çêbûne û têkoşîn dijwar derbas bûye.

Piştî wê bi hefteyekê jî şehîd bû û beşdarî karwanê şehîdên meha Gulanê bû.

Qasim Engîn bîranînênn xwe yên bi Rêber APO re Vedibeje
Qasim Engîn li ser dîroka Kurd û Kurdistanê gelek gotar û nivîsên lêkolînê amade kirin.

Sosyalîzma reel ji nêz ve nas kir, analîz kir û bawerî pê anî ku sosyalîzma demokratîk li ser xeta Rêber Apo dikare pêk were.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv