KOMKUJIYA TIL RIFETÊ
NAZLIYE MIHEMED MISTEFA BI MERASÎMEK BI HEYBET HAT OXIRKIRIN
Dagirkeriya dewleta Tirk doh êrişî navçeya Şehba bajarokê Til Rifetê kiribû û komkujiyeke din pêkanîbû.
Di êrişê de jina bi navê Nazliye Mihemed Mistefa, zarokên bi navê Macid Yasir Sekran ê 5 salî û Ebdulmihsên Sekran ê 12 salî qetil kiribûn.
Ji bo şehîda jin Nazliye Mihemed Mistefa îro li Şehbayê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.
Efrîniyan tevî pêkhateyên herêma Şehba cenazeyê şehîd Nazliye hilgirtin û merasîmeke heybet ew oxir kirin.
Bi hezaran kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
Di merasîmê de li dijî dagirkeriya Tirk peyama mezinkirina têkoşîn û berxwedanê hat kirin.