Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattin Erdem: Cîhana PKK’ê 24.11.2020

 

CÎHANA PKK’Ê
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Hêza pêşeng a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ango Partiya Karkerên Kurdistan PKK bi awayekî fermî di 27’ê Mijdarê de dikeve sala 43’an. Tê zanîn ku PKK ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat avakirin û anî roja îro. Eger em 18’ê Gulana 1977’an ji şehadeta Hakî Karer dest pê bikin di nava 43 salan de 50 hezar şehîd hat dayîn. Di vê pêvajoyê de kesên hatine girtin û destek dane jî nayê texmînkirin. Gelê Kurd dehê salan li meydanan dibêje PKK gel e, gel li vir e. Nasnameya xwe yî azad bi PKK’ê îfade dikin. Rêber Apo bi gotina; Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serkevin” nîşan da ku PKK partiyeke ciwanan e. Jinên Kurd di xeta azadiyê ya Rêber Apo de xwe bi rêxistin kirin.

Eger em bi awayekî fermî ji 30’ê Tîrmeha 1979’an ve lê binêrin tê dîtin ku PKK di siyaseta Kurdistan û Tirkiyê de partiya ku herî zêde tê axaftin e. Yanî di nava 42 salan de ne tenê li Kurdistan û Tirkiyê, li tevahiya cîhanê û rojhilata navîn partiya ku herî zêde tê nîqaşkirin e.

Bêguman PKK di xeta fedayî de ye ku partiyeke ti berjewendiyan nafikire. Her wiha tevgereke gerîla afirand. Di dîrokê de tevgereke ewqasî fedayî ku demdirêj maye û serketiye tineye. Gelê Kurd li dijî êrişên tinekirinê bi awayekî fedayî û berxwedanê têk dibe. Bi vî rengî xwe ava dike û azad dibe. Eger Dewlet û desthilatdariya cîhanê cih nadin PKK’ê û Kurdê azad wê demê divê li ser bingeha azadiya Kurdan cîhanek were afirandin. Bala xwe bidinê pergala qirker her ku dixwaze Rêberê Gelê Kurd tine bike, Rêber Apo gerdûnî dibe. Pergala qirker her ku dixwaze gerîlayê azadiya Kurdistanê tine bike, gerîla bandora xwe zêdetir dike. Hêzên qirker dixwazin PKK’ê li Kurdistanê tine bikin, lê PKK li cîhanê belav dibe. Pergala Modernîteya demokratîk a Rêber Apo ewqasî azad û demokratîk e û cîhanek hevpar diafirîne. Wê demê em cîhana nû ya azad û alternatîf a PKK’ê baş nas bikin û beşdar bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv