Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem rewsa dawî a li Garê nirxand 03.11.2020

 

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selahattîn Erdem di nivîsa xwe de rewşa dawîn a li Garê,

gavên bi talûke yên PDK’ê û encamên wê yên muhtemel nirxandiye.

Selahattîn Erdem ji bo raya giştî ya kurd jî van pirsan dike;

Di demeke ku êrişeke li dijî şengalê di rojevê de bû PDK’ê çima berê hêzên xwe da Garê?

Gelo hesasiyeta gel a ji bo Şengalê pêşî li PDK û şirîkên wê yên li ser Şengalê girt?

Gelo bi şandina hêz ji bo Garê PDK dixwaze pêşî li gerîla bigre da ku siberojê bi hawara Şengalê ve neçe?

Yan wê êrişa li dijî Şengalê û Garê bi hev re werin kirin?

Hevala me Gulistan Çiya Îke jî di şîroveya hefteyê de vê meselê nirxand û wê jî bal kişand ser mezinbûna talûkê.

Di salvegera 22’yan a komploya 9’ê cotmehê PDK, Bexda û dewleta tirk peymaneke li ser çarenûsa Şengalê girê da.

Ev peyman îradeya civaka êzidî bin pê dike û di nava gelê kurd de bû sedema nerazîbûnên mezin.

Ji ber nerazîbûnan aliyên peymanê îro nikarin bi dengekî bilind peymana xwe ya nebixêr biparêzin.

Lê pratîka aliyên peymanê ji bo temamiya gelê kurd îşaret bi talûkeyên mezintir dike.

PDK ji 14’ê cotmehê ve hêzên xwe tevî cebilxaneyên giran dişîne Garê qadên gerîla.

Rayedarên PDK’ê li gel bangên Tevgera Azadiyê ji bo bidawîkirina vê provokasyonê xwe kerr dikirin.

Duh serokê PDK’ê Mesut Barzanî der barê mijarê de daxuyaniyeke sosret da.

Wî îdia kir ku PKK li ser axa Kurdistana ku bi xwîna xwe av daye dagirker e.

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selahattîn Erdem van gavên bi talûke yên PDK’ê analîz kiriye.

Selahattîn Erdem di nivîsa xwe de bal kişand ser piştperdeya vê meselê;

Li dijî PKK’ê tifaqa Amerîka, Dewleta Tirk û PDK’ê heye û ji bihara 2020’an ve êrişek plankirî tê meşandin.

Ev tifaq dixwaze Îran, YNK û Iraqê jî bigre cem xwe û ji wan sûd werbigre.

Bi êrişê tê xwestin Dewleta Tirk bi temamî PKK’ê tine bike. Amerîka jî dixwaze qels bike.

Ji ber vê dixwazin bi zextan ji aliyê eskerî û rêxistinî PKK’ê qels bikin.

PDK jî difikire ku di encamê de wê Kurdistan jê re bimîne.

Selahattîn Erdem sedemên provokasyona li Garê û têkiliya wê ya bi Peymana Şengalê re jî wiha nirxandiye;

Bêguman li vê derê mijara ku were nirxandin peymana li ser Şengalê bû.

Di demekî de ku çavê her kesî li ser Şengalê bû, ji nişka ve PDK’ê berê xwe da ser Garê.

Dibe ku nerazîbûna civakê rê li ber êrişek li ser Şengalê girtibe.

An jî bi veguhestina hêzên PDK’ê yên li Garê desteka gerîla ya ji bo Şengalê asteng bike.

Wekî din dibe ku operasyona Şengal û Garê bi hevre were meşandin.

Niha bi awayekî eşkere tê dîtin ku karê riya birîna qadên gerîla, Şengal û Rojava dane PDK’ê.

Niha tê meraqkirin bê wê çawa bibe?

Eşkere tê dîtin ku şerekî navxweyî li ber derî ye.

Ev yek wê li qadekê bi sînor nemîne û li tevahiya Kurdistanê belav bibe.

Di rewşeke wiha de wê ne tenê PKK û PDK’ê, bandorê li her kesî bike.

Hevala me Gulistan Çiya Îke jî di şîroveya hefteyê ya televîzyona me de vê meselê nirxand

û wê jî bal kişand ser mezinbûna talûkê.

Li Rojava û Şengalê aliyê ku tezên TC’ê meşrû dike PDK ye.

PDK li şûna bibêje; TC dijminatiya kurdan dike, ew jî bahaneyên êrişên TC’ê dubare dike.

Çawa ku TC li Rojava, Şengal û li her derê êrişî kurdan dike, PDK jî bi heman rengî êriş dike.

Heke PDK bi TC’ê re bi gerîlayan re şer bike wê meşrûiyeta xwe ya di nava gelê kurd de bi temamî ji dest bide.

Dema ku bi TC’ê re êriş bike wê gelê kurd vê qebûl neke û wê ji bîr jî neke.

Wê ev gav bibe gava ku PDK xwe biqedîne.

PDK beriya ku bi PKK’ê re bikeve nava şerekî divê careke din bifikire. Divê nekeve rewşeke ku taliyê wê poşman bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv