Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: ‘Sûcê herî berbiçav ê dîktator: Komkujiya Parîsê’ 07.01.2021

 

SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
SÛCÊ HERÎ BERBIÇAV Ê DÎKTATOR: KOMKUJIYA PARÎSÊ

Weke ku tê zanîn Komkujiya Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê pêk hat. Endamê MÎT’ê Omer Guney bi rengekî plankirî û rêxistinkirî sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li saziya Kurdan bi debanceyê qetil kir. Omer Guney ji bo komkujiyeke bi vî rengî ji aliyê MÎT’ê ve bi rengekî taybet hatibû perwerdekirin û ajanek bû ku ew bi vê armancê xistibûn nava Tevgera Azadiyê ya Kurd. Destpêkê hewl dabe xwe veşêre jî piştî demeke kurt eşkere bû û ji aliyê polîsên Fransayê ve hate girtin û radestî dadgeriyê hate kirin.

Her kes li bendê bû ku darizandineke girîng bê kirin, lê mehek beriya destpêkirina dadgehê ji çapemeniyê û raya giştî re hate eşkerekirin ku kujer Omer Guney li girtîgeha lê dima miriye. Bi vî rengî gotin ‘bersûcê bê darizandin nema’ û doza komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê betal kirin. Yanî bûyerek sûc a welê eşkere nehate darizandin. Dadgeriya Fransayê hesabê komkujiya Parîsê nepirsî. Li ser vê bingehê hate xwestin ku komkujiya Parîsê bê nixumandin û bûyera rastî ya mirina Omer Guney bê veşartin. Eger Omer Guney bi rastî jî miribe, Hakan Fîdan û Tayyîp Erdogan weke sûcdarên komkujiya Parîsê hîn li holê ne. Dadgeriyeke rasteqîn û adil diviyabû ev sûcdar bi rê û rêbazekê mehkeme kiribûya.

Lê belê dadgeriya Fransayê ev nekir. Hem hesabê komkujiya 9’ê Çileyê nehate pirsîn hem jî mirina bi guman a kujer Omer Guney nehate eşkerekirin. Omer Guney bi rastî jî ji ber xwe mir yan jî hinekan ew kuşt? Her wiha Omer Guney bi rastî jî miriye yan bi gotina ‘mir’ ji girtîgehê hate derxistin û ew şandin devereke cuda? Dibe ku gelek pirsên bi vî rengî bên kirin. Bersiva van pirsan jî eşkere nîne û ji aliyê raya giştî ve nayê zanîn. Lewma bûyera mirina kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney hîn nixumandî ye.

Di sala 2020’î de rêveberiya Tayyîp Erdogan ê faşîst ku dijminê kurdan e, çima bi vî rengî li ber rêveberiya Macron rabû û rêveberiya Macron jî çima ji bilî gotinan di pratîkê de tiştek li dijî rêveberiya Tayyîp Erdogan nekir? Bersiva pirsê didim: Ji ber ku nekarî komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê darizîne, nekarî hikumeta Tayyîp Erdogan ceza bike, her wiha pê re bû hevkarê sûc û veguherî sûcdarê duyemîn. Diyar e heta ku komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê mehkeme nekir wê ev rewş dewam bike, rêveberiya Fransayê, kî li ser desthilatdariyê jî be wê ji bilî gotinê li dijî rêveberiya dewleta Tirk nikaribe tiştekî bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv