Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahedîn Erdem: ji miriyê Kurdan re gor jî qedexe kirine

 

Selahedîn Erdem/Yenî Ozgûr Polîtîka

 

Li gorî siyaset û zîhniyeta neyartiyê bi Kurdan re ku ev asasê dewleta TC’yê û îro roj jî ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve bi dijwarî tê kirin; weke Kurd jidayikbûn, bi kurdî axaftin, xwendin û nivîs qedexeye. Heta bi kurdî bi pêşxistina hunerê, fîkirîna bi kurdî û weke kurd mirin jî qedexe ne! Heta weke kurd di gor û goristanê de definbûn jî qedexe ye!

Heke ne wisa ye, wê demê wateya van pêkanînên ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve tê kirin, çi ne? Bi salan e êrişê goristanên li Kurdistanê dikin, gor û keleberên şehîdan xera dikin, gor vedikin û hestiyan jê derdixin û direvînin. Zîhniyeta qirrker a Cemiyeta Îttîhat û Terakkiyê îro roj bi serpereştiya faşîzma AKP-MHP’ê gihîştiye lûtkeya neyartiya kurdan.

Weke mînak berê digotin; li gorî zîhniyet û siyaseta Amerîkayê, Vîetnamiyê herî baş Vîetnamiyê mirî ye! Îcar ji bo komara tirk jî wiha dihat; kurdê herî baş kurdê mirî ye’ lê ev pênase kêm e. Di dewleta TC û îqtîdara faşîst a AKP-MHP’ê de neyartî ne bi tenê kurdên sax re, di heman demê de bi kurdê mirî re jî tê kirin. Navê vê; “polîtîkaya kok li kurdan qelandin” e.

Ka hinekî em li dirokê û li erdnîgariya bakurê Kurdistanê binêrin. Bi awayekî fermî ka navekî kurdî ya çiya, deşt, gund û bajaran heye? Gelo tu berhemeke hunerî ya ku kurdan ew çêkirine bi navê xwe yê kurdî heye? Ya her hatiye tinekirin yan jî navê tirkî li wan kirine. Ev ji bo mirin, gor û goristanan jî wisa ye. Ka gorekî Şêx Seîd û Seyîd Riza heye?

Îro jî faşîzma AKP-MHP’ê wisa êrişî mirî, gor û goristanan dike. Cenazeyan parçe dikin, weke cenazeyê Dayika Taybet bi hefteyan li erdê dihêlin, tazî dikin, teşhîr dikin, pê li cenazeyan dikin, li pişt wesayîtan girêdidin û bi erdê re kaş dikin, gor û goristanên şehîdan xera dikin, hestiyên şehîdan derdixin. Gelo mimkûn e ku ev pêkanîn werin jibîrkirin?

Faşîzma AKP-MHP’ê çima van kirinan dike? Ji berk u yên di wan goran de heta ebedê raketîne kurd in lewma dike. Ji ber ku ew, kurd mirine lewma. Heke kesek weke kurd bimre û weke kurd di wê gorê de be ev ê dewleta TC’ê diqetîne. Çima? Ji berk u ew mirî be jî kurdîtiyê temîl dike, kesên ku wê gorê bibînin wê di dil û mêjiyê wan de kurdbûn aj û bejn bide. Ji ber vê yekê ewqas êriş dikin.

Niha van pêkanînên li dijî miriyên kurdan li milê Tirkiyê jî tê kirin. Êrişa wan a li dijî merasîma cenazeyê Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de şehîd bû, hat dîtin. Heke berxwedana antîfaşîst neyê bipêşxistin û pêşî li van êrişan neyê girtin wê îqtîdara faşîst van êrişan bi domdarî dewam bikin. Weke encam; tê dîtin ku şehîdên têkoşîna azadiyê xof û tirsê xistine nav dilê dijminê faşîst û qirrker.

 

Ev jî hatin dîtin

Sendîkayên Birîtanyayê ji bo azadiya Rêber APO dicivin

Stêrk Tv

Li Cenga Heftanînê 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Stêrk Tv

Duran Kalkan: JI ber kuştina Olof Palma Ewropa deriyên xwe li Rêber APO girt

Stêrk Tv

Tevgera Jinên Têkoşer hat damezrandin

Stêrk Tv

Ev hefteyeke agahî li ser jina têkoşer a girtî Zeyneb Celaliyan nayê girtin

Stêrk Tv

Michael Rubin: Pênasiya Terorîst hîn bêtir li Tikriyê tê

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!