Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sendîkaya Muzîkjen li Birîtanyayê tevlî Kampaniya Azadiya Rêber APO bûn

 

LI BRÎTANYAYÊ KAMPANYA JI BO OCALAN BERFIREH DIBE
BI DEH HEZARAN MUZÎSYENÎ JÎ DESTEK DA KAMPANYAYÊ

Li Brîtanyayê xebateke berçav ya ji bo azadiya Rêber APO heye.

Sendika û aktivistên ku beriya niha ji bo azadiya Nelson Mandella Xebitibûn, bi ser ketibûn.

Niha ji bo azadiya rêber APO kampanyên taybet dimeşînin.

Di meha Gulanê de gelek sendîka û dezgehên cihêreng desteka xwe ji bo kampanyayê eşkere kirin.

Yek ji van sendîkayan, sendîkayamuzîsyena ye.

Sendîkaya bi navê MU ku temsîla 32 hezar muzîsyenî dike beşdarî kampanyayê bû.

Li Brîtanyayê ev çend sal in ji bo azadiya rêber APO kampanyayeke girseyî û bi tesîr tê meşandin.

Kampanya ji aliyê sendîkayên mezin ên Brîtanyayê tê birêvebirin.

Cara pêşî sendîkaya Unite the Union (YÛNAYT DI YÛNIYIN) û Sendîkaya giştî ya kar GMB(CÎ-EM-BÎ) kampanya azadî ji bo Ocalan dabûn destpêkirin.


Sendîkayên FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU jî beşdarên kampanyayê ne.

Bi milyonan endamên van sendîkayên hene.

Ji bilî sendîkayên kedkar û karmendan, sendîkayên derdorên cihêreng ên civakê jî di kampanyayê de cih digirin.

Bo nimûne sendîkaya PROSPECT, temsîla zanyaran, hunermendan, mihendizan û rêveberan dike. 183 hezar endamên wê hene.

Sendîkaya Thompsons Solicitors jî nûneriya bi sedan parêzeran dike.

Di meha gulanê de ji bilî hin şaxên nû yên UNITE UNIONê, herwiha sendîkaya muzîsyenan jî beşdarî kampanyayê bû.

Sendîkaya bi navê MU ku temsîla 32 hezar muzîsyenî dike, di 1893yan de li Manchesterê hatiye avakirin.

Vê sendîkayê berî çend rojan diyar kir ku ew destekê dide kampanya azadî ji bo Ocalan.

Rêveberiya Kampanya ji bo Ocalan desteka yekîtiya muzîsyenan û dezgehên din ên tevlî kampanyayê bûn, silav kir.

Di daxuyaniyê de tê desnîşankirin ku muzîk rola xwe ya çalak di livûtevgerên civakî yên cîhanê de didomîne.

Mûzîka ku di hilweşandina rejîma Apartheidê û gelek rejîmên din ên zordar de xwedî girîngiyeke mezin bû, îro jî dibe dengê têkoşîna ji bo azadiya Ocalan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv