Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sendîkayên Birîtanyayê ji bo azadiya Rêber APO dicivin

 

 

Sendîkayên Îngilîstanê ji bo azadiya Rêber Apo kom dibin.

Li Ingilîstanê Sendîkayên ku ji bo azadiya Rêber Apo kampanya dimeşînin, wê mîtîngeke dîjîtal lidar bixin.

Mitîng dê 16’ê Tîrmehê bi awayekî dîjîtal pêk were.

Sendîka dibêjin; “Êdî dem hatiye.”

Dikarin bibêjin bi milyonan endamên van sendîkayan hene û karin bandoreke mezin li rêveberiya welat jî bikin.

Li Îngîlîztanê bi salane sendîka bi navê “Freedom for Ocalan” ango “azadî ji Ocalan re” kampanya dimeşînin.

Di vê çerçoveyê de civîn, mîtîng û çalakiyên cûr bi cûr lidar dixin.

Ev kampanya jî di bin kordîneyekê de pêk tînin.

Rêveberên kampanyaya “Freedom for Ocalan”, niha jî amadekariya mîtîngekê dikin.

Ev mîtîng wê 16’ê Tîrmehê bi awayekî dîjîtal pêk were.

Sekreterê Berê yê Yekîtiya Mamosteyên Neteweperwer Chrîstîne Blowe û dîrektorê navneteweyî yê sendîkaya UNITE Sîmon Dûbbîns wê mîtîngê birêve bibin.

Sîmon Dûbbîns dibêje;

“Ocalan temenê xwe da mafên jinan û demokrasiyê. Wî di girtîgehê de di nav şertên tecrîdê de jî pirtûkên gelekî baş nivîsand.”

Li gorî bernameyê di civîna ser înternetê de wê Parlementerê Partiya Karkeran Loyd Rûssel-Moyle û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya TSSA Manûel Cortes biaxivin.

Lloyd Rûssel-Moyle, sala borî tevî heyeteke siyasetmedarên Brîtanyeyê çûbû Rojava.

Manûel Cortes jî tevlî delegasyona aştiyê ya Îmraliyê ya 2019’an bûbû.

SENDÎKAYAN SALA 2016’AN DEST BI KAMPANYAYÊ KIRIN

Sendîkaya UNITE THE UNION ku milyonek û nîv endamê wê hene û sendîka xwedî 800 hezar endam GMB sala 2016’an dest bi kampanya “Freedom for Ocalan” kirin.

Ev kampanya îro ji aliyê gelek sendîkayan ve tê birêvebirin:

Bi milyonan endamên van sendîkayan hene û karin bandoreke mezin li rêveberiya welat jî bikin.

Wê sendîkavan, siyasetmedarên Kurd û Îngîlîz, ên li welatên cihê jî karibin tevlî vê mîtîngê bibin.

Mirov wê karibin li ser vê navnîşanê tevlî mîtînga di 16’ê Tîrmehê de bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv