KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
SENDÎKAYÊN ÎTALYAYÊ JÎ TEVLI KAMPANYAYA AZADIYÊ BÛN
Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS, tevli kampanya ‘Dem hatiye, azadî ji bo Ocalan” bûn û name ji Netewên Yekbûyî re şandin.
Di nameyê de hate bibîrxistin ku Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navnetewî radestî dewleta Tirk hate kirin û ji hingî ve di nava tecrîdeke giran de ye.
Di nameya sendîkayan de wiha hate gotin:
22 sal derbas bûn Abdullah Ocalan di nava şert û mercên nemirovî de tê hiştin.
Ocalan rêya demokrasî û aştiya li Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn nîşanî gelê xwe da û ti carî dest ji vê hewldana xwe berneda.
Rejîma Tirk û Erdogan ê dîktator, Tirkiye kirine girtîgeh û leşkergeh.
Sendîkayan bal kişand ser dagirkeriya rejîma tirk û gefên wê jî û wiha bang li Netewên Yekbûyî kirin:
We çawa ji bo serbestiya Neslon Mandela kar kir, niha jî divê hûn bi heman rolê rabin.
Sendîkayan bal kişand se rhevkariya dewleta Îtalyayê bi dewleta tirk re jî û destnîşan kirin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo zêdetir bikevin nav liv û tevgerê.