Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sendîkayên Skandînavyayê ji tevlî kampanyaya ‘Ji Ocalan Re Azadî’ bûn 05.02.2021

 

“DEMA AZADIYA RÊBER APO HATIYE”
SENDÎKAYÊN SKANDÎNAVYAYÊ JÎ TEVLÎ KAMPANYAYÊ BÛN

Kampanya Dem hatiye divê Ocalan Azad bibe” li cîhanê bi eleqeyeke mezin dewam dike.

Li Swêdê Organîzasyona Navendî ya Karkerên Swêdê SAC’ê

Li Norwecê jî partiyên çepgir tevli kampanyayê bûn.

Organîzasyona Navendî ya Karkerên Swêdê SAC’ê, di derbarê salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO de daxuyaniyek da.

SAC’ê diyar kir, ji bo azadî, edalet û aştiyê divê Rêberê Gelê Kurd bê berdan.

Sekreterê giştî yê sendîqaya karkeran a radîkal a Swêdê Erîk Bonk li ser navê SAC’ê daxuyanî da.

Bonk diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê bandorê li Tirkiyê dike, hemû herêmê eleqedar dike.

Erîk Bonk derbarê çareseriya aştiyane ya şerê navbera Kurd û Tirkan de jî van şîroveyan kir:

“Gelê Kurd bi Rêberê xwe bawer e, lê li girtîgehê tecrîdkirî ye, lewma nikare vê mîsyona xwe bi cih bîne.”

Bonk destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rengê aştiyane were çareserkirin divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe.

Li Norwecê jî di çarçova kampanyayê de partiyên çepgir û saziyên bi kurdan re dost tevli kampanyayê bûn.

Ji saziyan Red Youth ango Ciwanên Sor di daxuyaniya xwe de got:

Encax bi azadiya Rêberê kurdan aşitî pêk were.

Ji bo wê jî divê tavilê Ocalan serbest were berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv