ŞENGALÎ KOM BI KOM DIÇIN SERDANA KONÊ BERXWEDANÊ
LI DIJÎ PEYMANA ÎNKARÊ, XELKÊ ŞENGALÊ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVE
Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 45’an de dewam dike.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve tê bi rêvebirin.
Xelkê Şengalê serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
Çalakvanên konê rûmeta Şengalê şevê din jî heta direngiya şevê ji bo destekdayîna asayişa xwe çalakiyên li ber stiranan govend gerandin.
Endama Meclîsa Giştî ya Navenda Şengalê Semîre Seît serdana konê berxwedanê kir.
Semîre Seît li dijî hewildanên valakirina Şengalê bang li hemû Êzidiyên di wargehan de kir da ku vegerin ser xaka xwe û li ser axa xwe ya pîroz jiyan bikin