ŞENGALÎ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ LI SER PIYANE
ÇALAKIYÊ ŞENGALIYAN BÊ NAVBER DIDOMIN
Li navenda Şengalê û bajarokê Xanesrorê di saetên şevê de careka din welatî li ber navendên Asayîşa Êzidxanê kom bûn û piştgiriya xweya ji bo Asayîşa Êzidxanê dubare kirin.
Xelkê herêmê li ser riya sereke, li ber Seytereya Xanesorê kom bûn û govend gerandin.
Her wiha welatî bi karwanekî wesayîtan di nava bajarok de geriyan û li Navenda Asayîşê li hev kom bûn.
Li vir li ser navê welatiyan dayika bi navê Şemê Remo axivî.
Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî peymana îradeya gel înkar dike bê navber didome.
Şengaliyan li ber Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
Wê her roj komek çalakiyê dewir bigirin.
Çalakiya îro ji aliyê çalakvanên Komelgeha Guhbel û Zorava tê rêvebirin.
Çalekvana medenî Riham Hesen û Endamê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan- PADÊ Merwan Xwedêda jî li ser mijarê axifîn û bal kişandin ser pîlanên qirêj ên PDK’ê û dewletên serdest.
Riham Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya asayişa Êzdixan ji bo gelê herêmê.
Merwan Xwedêda jî li ser mijarê axifî û diyar kir ku wê gel hesap ji kesên wan teslîmî DAIŞ’ kirine bixwaze.