Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şengaliyan îro jî bi meşekê daxwazên xwe pêşkêşî hukûmeta Iraqê kirin 29.11.2020

 

LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
ŞENGALIYAN ÎRO JÎ BI MEŞEKÊ DAXWAZÊN XWE PÊŞKÊŞÎ HUKÛMETA IRAQÊ KIRIN

Şengal bi pêkhateyên xwe hemûyan ji 9’ê Cotmehê ve li ser piya ye û li dijî peymana qirêj a PDK, Dewleta Tirk û hukûmeta Iraqê li ber xwe dide.

Li ser banga Rêveberiya Xweser Şengalî li navenda bajarê xwe kom bûn û bi girseyî meşiyan.

Careke din destnîşan kirin, ku ew ti peymana xwe li derveyî îradeya xwe qebûl nakin.

Meşa Şengaliyan ji pêşiya avahiya Desteya Rêveber a Şengalê dest pê kir û heta ber avahiya Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê dewam kir.

Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî daxwazên Şengaliyan li vir careke din ji hukûmeta Iraqê re ragihandin:

Di daxuyaniyê de ev daxwaz ji hukûmeta Iraqê hat kirin:

Rêveberiya Xweser a dema dewlet li vir tine bû xwedî li Şengalê derket nas bike.

Heke hukûmet van daxwazên me qebûl neke, emê gelê Şengalê heta dawiyê mafên xwe biparêzin û xwepêşandanên xwe berfirehtir bikin.

Her wiha piştî daxuyaniyê daxwazên gel bi awayekî nivîskî radestî rayedarên Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê hatin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv