PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ŞÊNIYÊN HELEBCEYÊ PIŞTGIRÎ DAN PÊNGAVA KCK’Ê
‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’
Konseya rêveber a KCK’ê ji 12’yê Îlonê ve bi dirûşmê ji bo çar aliyên Kurdistanê dest bi pêngaveke nû kir.
Şêniyên Helebceyê têkildarî pêngavê ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivîn û piştgirtiya xwe eşkere kirin.
Welatiyan balkişandin ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê.
Û diyar kirin ku ew bi hevgirtin û yekitiyê dikarin dawî li dagirkeriyê bînin..
PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
ŞÊNIYÊN MEXMÛRÊ BI ÇALAKIYEKÊ PÊNVAGA KCK’Ê SILAV KIRIN
Şêniyên wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî bi çalakiyên cur be cur piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê radigihînin..
Şevê din şeniyên Mexmûrê bi wesaîtên xwe li nava waregehê tur avêtin û pêngava KCK’ê silav kirin.