ŞERXWAZIYA PDK’Ê Û PROVOKASYONÊN WÊ
ŞÊNIYÊN QENDÎLÊ LI DIJÎ SIYASETA ŞERXWAZ A PDK’Ê MEŞIYAN
Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn li dijî polîtîkayên PDK’ê û provokasyonên wê yên li hemberî qadên gerîla zêde dibe.
Şêniyên gundê Pirdeşal a binarê Qendîlê li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê meşek lidarxistin.
Piştî meşê Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen axivî û banga hişyariyê li aliyan kir.
ŞERXWAZIYA PDK’Ê Û PROVOKASYONÊN WÊ
119 KESAYETANÊN GERMIYANÊ BANGA DIYALOGOYÊ LI ALIYAN KIRIN
Eniya Nîştimanî ya Germiyanê jî bi piştgiriya 119 kesayetan herêmê daxuyaniyek hevpar da.
Di daxuyaniyê de banga aştî û diyalogê li aliyan hat kirin û hat gotin;
Rûpelên dirokê ji şerê navxweyî reş in, rûpelek din a dîrokê bi şerê navxweyî bila neyê reşkirin.
Welatî û çalakvanên sivîl ên herêma Germiyanê jî, PDK ji ber polîtîkayên we rexne kirin.
Xelkê Germiyanê got, PDK li Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk şer dike.
ŞERXWAZIYA PDK’Ê Û PROVOKASYONÊN WÊ
PARLEMENTERÊN BAŞÛR: ŞER WÊ ZIRAR LI KURDAN HEMÛYAN BIKE
Parlementerê YNK’ê Balambû Mihemed jî hişyarî da; ku şerekî bi qewime wê zirarê li Kurdan hemûyan bike.
Divê bi diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin.
Serokê Koma Azadî Mihyedîn Hesen jî got, divê partiyên başur xwedî yek helwestê bin û berjewendiyên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin.