Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêniyên Rojava: Serdana ENKS`ê ji Tirkiye re şaştiyeke mezin e 21.11.2020

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê derbarê serdana ENKS`ê ji Tirkiyê re hêrsa xwe anîn ziman û bang li partiyên kurdî kirin ku êdî şaştiyan nekin û li hemberî dijminan yekitiya xwe ava bikin

Têkildarî serdana Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji Tirkiyê re gelê Kurd nerazîbûna xwe anîn ziman.

Beriya çend rojan ENKS tevî Eniya Azadiyê û Aştiyê serdana paytexta Tirkiyê Enqereyê kir û bi nûnerên Wezareta Derve û balyozxaneya Fransayê ya li Stenbûlê re civiyan.

ꞌHIN PARTIYÊN KURDÎ ŞAŞTIYÊN MEZIN DIKIN

Derbarê serdana hin partiyên kurdî ji Tirkiyê re welatiyê bi navê Hisên Sebrî ev yek got:”Serdana hin partiyên kurdî nexasim ENKS`ê ji Tirkiyê re şaştiyeke mezin e, ji ber hewldanên avakirina yekitiya kurdî heye û Tirkiye ji beriya bi sedan salan ve dijmina gelê Kurd e. Dewleta Tirk hewl dide diyalogên kurdî têk bibe, lewma divê li hemberî dijminan gelê Kurd yekitiya xwe ava bike.”

Sebrî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo yekitiya kurdî asteng bike û gelê Kurd qir bike her tim partiyên kurdî parçe dike û fitneyan derdixîne.

Sebrî anî ziman ku beriya demekê li Zanîngehên Japonyayê dewleta Tirk hewl dabû zimanê Kurdî qedexe bike, ku ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk dijminahiya gelê Kurd û zimanê kurdî dike.

Her wiha bang li partiyên siyasî kir ku yekitiya xwe ava bikin, ji ber dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike.

Welatiya bi navê Fatima Mihemed jî axivî û got nabe partiyên kurdî bi dijminê gelê Kurd re hevkariyê bikin û bi wan re bicivin, berevajî wê divê ji bo bi aliyên kurdî re bicivin û dan û standinên ji bo pêkanîna yekitiya kurdî pêş bixin.

ꞌÇIMA BI DIJMINAN RE RÛDININ? ꞌ

Fatima Mihemed jî li ser mijarê wiha got: “Çima bi dijminê ku herêmên me dagirkirine û hîn jî êrişî me dikin re dicivin? Em qebûl nakin ku partiyên kurdî şaştiyên bi vê rengî bikin. Li şûna ku bi dewleta Tirk a dagirker re dicivin, divê bi birayên xwe yên Kurd re bicivin.”

Welatiyê bi navê Ehmed Daban jî destnîşan kir ku ew yekitiyê dixwazin û naxwazin ti aliyên kurdî bi dijminên gelê Kurd re hevdîtinan bikin.

Daban bal kişan ser yekitiya kurdî û wiha pê de çû: “Divê em yekitiya xwe ava bikin, ne ku pişta xwe bidin birayên xwe û serdana dijminên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, bikin. “

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv