Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serdana nûnerê DYE Jeffrey ya Rojava 22.09.2020

 

JEFFREY: HEVKARIYA CIVAKÎ Û LEŞKERÎ WÊ DEWAM BIKE

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrî James Jeffrey di bin navê çareserkirina aloziya li Sûrî serdana herêmê kir..

Jefrrey bi rayedarên rêveberiya xweser û fermandarên QSD’ê re hevdîtin pêk anî.

Û ragihand ku ew ê hevkariya xwe a civakî û leşkerî dewam bikin..

Têkildarî serdana Jeffrey ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî, wezareta karê derve a Amerîkayê daxuyaniyek da..

Wezaretê eşkere kir ku şandeya Amerîkî li gel fermandariya QSD’ê, rayedarên rêveberiya herêmê û serok eşîrên Erebê li herêma Dêra Zorê hevdîtin pêk anîn..

Li gorî daxuyaniyê,

Mijarê hevkariya koalîsyonê û QSD’ê ya di şerê li dijî DAIŞ’ê, hewldanên yekrêziya hêzên Kurdî û pirsgirêkên mirovî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin..

Jeffreyê di hevdîtinan de ragihand ku ew ê hevkariya civakî û leşkerî dewam bikin û ev peyam da:

Bi saya tekoşîna gelên herêmê û bi taybet a qurbaniyên QSD’ê, DAIŞ têk çû.

Di rewşa heyî de pêdivî bi hevkarî û koordîneya domdar di pêngava li dijî DAIŞ’ê heye.

Ev yek ji bo çareserkirina aloziyên mirovî û her wiha misogerkirina aramiya deverên rizgarkirî, divê were kirin..

Tevî ku Jeffrey yek ji wan kesan ê êrişên dewleta Tirk erê kir jî di vê serdanê de behsa binpêkirina çeteyên Tirk li deverên dagirkirî nekir..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv