Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serdana serokê DMME Robert Spano ya li Tirkiyê û reaksyonên hemberî wê

 

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewrûpayê Robert Spano ev çend roj in li Tirkiyê ye.

Robert Spano mîna ku rewş û wezifeya xwe ji bîr bike, li Tirkiyê bi rayedarên AKP’ê re hevdîtinan pêk tine, îmajeke dostane nişan dide, diçe Zaningeha Stenbolê xelatan digire.

Ev tevgera wî darbeyeke mezin li bêalîbûna Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropayê xist.

Îro maxdûrek rejima AKPê wê çawa karibe bi dilekî dihet dosya xwe bibe cem Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropayê ku serokê wê weke dostê Erdogan tevdigere.

Ma gelo Rober Spano nizane ku li ber destê hakimên wî, herî zêde dosyayên li dijî Tirkiyê hene.

Ev heyraniya Spano ya ji bo Tirkiyê gelo ji kê derê tê, di berdêla wê de çi bi destxistiye?

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewrûpayê Robert Spano di 3’ê Îlonê de çû Tirkiyê.

Spano hevdîtina pêşî bi serokomarê Tirk Erdogan re pêk anî.

Li ser vê yekê hem ji Ewrûpa, hem jî ji Tirkiyê nerazîbûn çêbûn.

Robert Spano li Mêrdînê jî hin hevdîtin pêkanin û kesên pêre hemû AKP’yî bûn.

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewrûpayê bi Waliyê dagirker ê Mêrdînê, seroka AKP’yê bajêr û seroka baskê jinan a AKP’ê re wêne kişand.

Ev wêne jî li ser malperên AKP’ê hatin parvekirin.

Bûyereke din ku rê li ber nerazîbûnê vekir axaftina Spano ya li zanîngeha Stenbolê bû.

Zanîngeha Stenbolê doktoraya rûmetê da Serokê Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewrûpayê.

Spano ew xelat qebûl kir û beşdarî merasîmê bû.

Li ser daxwaza taybet ya Robert Spano, rê nedan rojnamevan ku bikevin salona merasimê.

Heman zanîngehê bi wî navî xelatek dabû serokê cûntaya faşîst a darbeya 12’ê Îlonê Kenan Evren jî.

Robert Spano mîna nizanibe ku bi sedan akademîsyen li ser fermana Erdogan bi neheqî, ji vê zanîngehê hatine avêtin, di axaftina xwe de diyar kir ew ji ber serdana xwe ya li Tirkiyê gelekî serbilind e

Spano mina qala welatekî demokratîk yê Ewrûpayê bike, bi bîhnfirehî behsa mafê mirovan û azadiya ramanê ya li Tirkiyê kir.

Dadgerê berê yê Dadgeha Cezayên Navnetewî Chrîstoph Flugge wergirtina xelatê ya Robert Spano rexne kir û got:

“welatekî ku mafê mirovan binpê dike çawa dikare xelat bide erkdarekî dadgehê, ev yek nîşan dide ku Spano ne serbixwe ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv