28’ê Nîsana 1994’an dest bi weşana xwe kir.
3’yê Kanûna 1994’an navendên wê yên Stenbol û Enqerê bi awayekî hemwext hatin bombekirin.
Di êrişê de Ersîn Yildiz şehîd bû.
23 xebatkarên rojnameyê jî birîndar bûn.
4’ê Kanûna heman salê rojek piştî êrişê, Ozgur Ulke bi manşeta “wê ev agir we jî bişewitîne” hat weşandin.
Gelek rewşenbîr û nivîskar bi çalakiyan xwedî li Ozgur Ulke derketin.
Biryara bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de civîna MGK’ê ya dagirkeriya Tirk de hat dayîn.
Fermana bombekirinê yekser ji Serokwezîra wê demê Tansû Çîller hatibû.
Ozgur Ulkeyê û kevneşopiya çapemeniya azad tevî êrişê jî dest ji têkoşîna xwe berneda.
Bi giştî derheqê 247 hejmaran de biryara komkirina 220 hejmarên rojnameyê hate dayîn.
Piştî Ozgur Ulkeyê 35 rojnameyên din kevneşopiya çapemeniya azad şopandin.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dicle û Firat Serdar Altan, salvegera bombekirina navendên rojanameya Yenî Ozgûr Polîtîkayê ji bernameya Nîvroj re nirxand. Altan destnişan kir ku ewê ti caranê ti êrîş û zordarî niaribin dengê rastî û azadiya ragihandinê bêdeng bikin. Çanda ragihandina azad wê her berdewam bike.