Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê Ermenistan û Azerbaycanê 27.09.2020

 

ŞERÊ ERMENISTAN Û AZERBEYCANÊ
ÊRÎVAN: HÊZÊN AZERBAYCANÎ ÊRIŞÎ HERÊMA SÎNOR KIRIN

Piştî demeke ji bêdengiya li herêma sînor a di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê, îro careke din şerê aliyan destpêkir.

Danê sibê, artêşa Azerbaycanê li herêma sînor a Karabaxê dest bi operasyoneke befereh kir.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê îdîa kir ku armanca wan ew e, “dawî li karên leşkerî yên artêşa Ermenistanê bînin û ewlehiya sivîlan misoger bikin”.

Li gorî daxuyaniyê, di dema şer de helîkoptereke Azerbaycanê ketiye xwarê, lê belê personelê tê de bi saxî filitîne.

Di heman daxuyaniyê de hate îdîakirin ku 12 bataryayên parastina hewayî yên Ermenan hatine îmhakirin.

Berdevkê Wezareta Karabaxê jî diyar kir ku artêşa Azerbaycanê bombe li paytext Stepanekertê barandiye û ev agahî parve kirin:

Hêzên çekdar ên Karabaxê heta niha planên Azerbaycanê têk birine û kirine ku gelek kuştî û birîndar bide..

WEZARETA PARASTINÊ YA ERMENISTANÊ:
2 HELÎKOPTERÊN AZERBEYCANÊ HATIN XISTIN

Têkildarî şerê li herêmê, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê daxuayaniyek da..

Wazaretê ragihandin ku hêzên wan 2 helîkopterên Azerbaycanê xistine xwarê û 3 tankên wan jî teqandine..

Îna derbasbûyî, Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev Ermenistan sûcdar kiribû ku hevdîtinên aştiyê yên li ser Karabaxê têk biriye û gefa bersvidanê xwaribû.

Aliyev îdîa kir ku Ermenistan amadekariya şerekî li dijî wan dike..

ŞERÊ ERMENISTAN Û AZERBEYCANÊ
DEWLETA TIRK ÇETEYÊN JI SÛRÎ DIŞÎNE AZERBEYCANÊ

Ev gefa dawî piştî wê yekê hate xwarin ku dewleta Tirk li dijî Ermenistanê gelek çete şand Azerbaycanê.

Herî dawî sibeha 22’ê Îlonê 50 çete ji Efrîn a dagirkirî şandibû Azerbaycanê.

Her wiha ji bo hin komên din jî bişîne ketibû nava liv û tevgerê.

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990’î ve li ser herêma Karabax a Çiyayî şer dikin ku piraniya şêniyên wê herêmê Ermen in.

Vê herêmê sala 1991’ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand.

Di şerê bi Azerbaycanê re derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Şer sala 1994’an bi agirbestê bi encam bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv