Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê Gerîla yê li dijî dagirkeriyê: HPG`Ê nasnameya 2 Şehîdan eşkere kir 08.09.2020

 

ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê NASNAMEYA 2 GERÎLLAYÊN ŞEHÎD BÛNE EŞKERE KIR

8’ê Hezîranê li nêzî gundê Hindisê yê qada şehîd Kendal a Amedê 2 gerîla di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya her du şehîdan eşkere kir.

HPG’ê da zanîn ku her du hevalên wan li dijî hêzên dijmin heta dawî şer kirin û derbên giran li wan dan.

8’ê Hezîranê li nêzî gundê Hindisê yê qada şehîd Kendal a Amedê artêşa Tirk dest bi tevgereke mezin a dagirkeriyê kir.

Di vê tevgerê de di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar rû da.

Di şer de gelek eskerên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîla Nûman û Adir di şerê li dijî dagirkeriyê de şehîd bûn.

HPG’ê têkildarî nasnameya wan de ev agahî parve kirin:

Ramazan Ûgûrlûyan binasnav Nûman Birûsk Helhel li Amedê ji dayîk bûye û 8’ê Hezîranê li Amedê şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Nûman Birûsk Helhel

Nav û paşnav: Ramazan Ûgûrlûyan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Mûhterem – Mehmet Selîm

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2020’an – Amed

 

 

Ramazan Gorkan binasnav Adir Xiznigos li Amedê ji dayîk bûye û 8’ê Hezîranê li Amedê şehîd bû.

ANF Images

 

Nasnav: Adir Xiznigos

Nav û paşnav: Ramazan Gorkan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Hatûn – Îbrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Hezîrana 2020’an – Amed

 

 

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuaniya xwe de bi van gotinan behsa kesayet û têkoşîna derdu gerîlayên şehîd dike:

Hevrêyên me Nûman û Adir li keleha berxwedanê Amedê ji dayik bûn. Ji bo azadiya gelê xwe berê xwe dan Çiyayên Kurdistanê.

Her yek ji wan mîna fedayikî Kurdistanê cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt.

Ti carî stûyê xwe li hemberî zilma dijmin ne tewandin. Herî dawî jî di oxira têkoşîna pîroz de carê xwe feda kirin..

Di serî de malbatên wan ên hêja, em ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku emê têkoşîna wan bi ser bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv