Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê Kontrolkirina Idlibê

 

HÊZÊN RÊJÎMA SÛRÎ HÊRÊMÊN DERDORA RÊYA M5 KONTROL KIRIN

Hêzên rêjîma Sûrî li Bakurê Idlib û Başûr-rojavayê Helebê pêşde diçin û dixwazin rêya M5 a navdewletî bi temamî ji hebûna çeteyên dewleta Tirk xelas bikin..

Ji doh ve gelek gundên derdora rê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin kontrolkirin..

Di vê navberê de fermandariya Rûsyayê li baregeha Humeymîmê ragihand ku wan 2 balafirên şer ên bê mirov ku ji Idlibê hatibûn rakirin, xistine xwarê..

Piştî gefên serokê rêjîma Tirk Erdogan, artêşa Sûrî tevgera xwe li herêma Idlibê zêde kir..

Bi taybet jî piştî kontrolkirina bajarokê Seraqibê, hêzên rêjîma bi desteka balafirên Rûsyayê hewl didin rêyêna M4 û M5 ên navdewletî bi temamî ji çeteyan xelas bikin..

Artêşa Tirk jî ji bo vê pêşdeçûnê asteng bike, bi hezaran esker derbasî Idlibê kirin..

Li balafirgeha leşkerî ya herêma Teftenazê, doh topxaneyên artêşa Sûrî li yekîneyên Tirk dan..

Di encamê de 5 esker hatin kuştin û 5 din jî birîndar bûn..

Êrişeke din li dijî artêşa Tirk jî li herêma Etaribê pêk hat..

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên rêjîmê li karwanê a artêşa Tirk dane û di encamê de tank û erebeyên leşkerî hatin teqandin..

Heman wextê, artêşa Sûrî li Bakur-rojhilatê Idlib û Başûr-rojavayê Helebê jî pêşdeçûn xwe dewam dike..

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên rêjîma bajarokê Berqûm yê dikeve Başûrê Helebê bi temamî kontrol kirin..

Li aliyê Idlibê jî, gelek gundên derdora rêya M5 ji hebûn çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin xelaskirin..

Bi vê awayî hêzên rêjîmê xwe gihandin rêya navdewletî ya di navbera Heleb û Şamê de..

2 BALAFIRÊN BÊ MIROV ÊN JI IDLIBÊ HATIN RAKIRIN, KETIN XWARÊ

Di vê navberê de hêzên Rûs ên li Sûrî ragihand ku wan pêşiya êrişeke komên çete ya li dijî baregeha Himêmînê têk birine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv