ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
GERÎLAYAN LI SERHED Û ZAGROSÊ ÇALAKÎ KIRIN
Gerîlayên HPG-YJA-Starê li Bazîd û Zagrosê çalakî kirin.
Di çalakiyan de derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin xistin.
Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla agahî dan.
Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîlayan eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
Gerîlayên YJA Starê 6’ê îlonê di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Ronya de li herêma Zagrosê çalakî kirin.
Çalakî li dijî dagirkerên li girê Çarçel ê Zagrosê pêk hat.
Gerîlayên YJA-Starê li çeperên dijmin dan.
Di çalakiya gerîlayên jin de, çeperek û stargehek ê dijmin hat rûxandin.
Lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin.
Artêşa Tirk li deverên Demîrkapi, Gilîdax û Çomkê yê girêdayî Bazîda Agiriyê xwest, tevgera xwe ya dagirkeriyê fireh bike.
Gerîlayan 27’ê tebaxê ber destê sibê dagirkerên derketin tevgera dagirkeriyê kirin hedef.
Çalakiya gerîlayan bi tatbîkata sabotajê pêk hat.
Leşkerên artêşa Tirk, derbek giran xwar, lê hejmara kuştî û birîndaran zelal nebû.
Artêşa tirk a derb ji gerîlayan xwar, eskerên xwe ji qadê veşikand.
Tenê yekîneyên xwe yên veşartî li herêmê hêla.
HPG’ê têkildarî bombebaranê de jî ev agahî da.
Helîkopterên artêşa Tirk 5’ê îlonê devera Kinyaniş a girêdayî Zapê bombebaran kir.
Di vê bombebaranê te tiştek bi gerîlayan nehat.