ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI GEVERÊ WESAÎTEKE ZIRXÎ YA ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HAT ÎMHAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê agahiyên têkildarî çalakiyê parve kirin.
Li gorî daxuyaniyê:
“25’ê Tebaxê li navçeya Colemêrgê Geverê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya rabûn.
Gerîlayan bi rêbaza sabotajê li ser rêya diçe qadên Şehîd Karker û Şehîd Gafûr, wesaîteke zirxî teqandin.
Di encama çalakiyê de wesaît bi temamî îmha bû, lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa dewleta Tirk a dagirker nehat zelalkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, çalakî ji bo bîranîna fermandar Egîd Garzan û 2 fermandarên Iraqê yên pê re şehîd bûn hat lidarxistin.
HPGê her wiha ragihand, ku balafirên şer ên dagirkeriya Tirk 27 û 28’ê Tebaxê qada Gundê Suryaniyan a herêma Zapê û qada Qebra Zahir a herêma Xakurkê bombe kirine.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.”
ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
LI AGIRÎ ŞER: 2 ÇAWIŞÊN PISPOR HATIN KUŞTIN
Li aliyê din ji bilî daxuyaniya HPG’ê agahiyeke çalakiyê ji Agirî hat.
Hat ragihandin, ku li navçeya Agirî Bazîdê şer qewimî ye.
Li gorî çapemeniya Tirk a şerê taybet 2 çawişên pispor hatine kuştin.
Çavkaniyên herêmî radigihînin, ku hejmara kuştiyên dewleta Tirk zêdetir e.