Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê li Lîbyayê

 

EL-MISMARÎ: EM Ê HÊZÊN EL-SERAC JI BAREGEHA EL-WETIYE BIQEWITÎNIN

Li lîbyayê doh şereke dijwar di navbera hêzên Artêşa Niştîmanî û hêzên El-Serrac de rû da.

Di derbarê vê mijarê de îro berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî Ehmel El-Mismarî daxuyaniyek da.

El-Mismarî da zanîn ku vekişandina wan ji baregeha El-Wetiye gaveke tektîkî bû.

El-Mismarî destnîşan kir ku vekişandina wan bi biryara fermandarê giştî yê Artêşa Niştîmanî Xelîfe Heftir pêk hatiye.

El-Mismarî teqez ki ku ew ê di demeke nêz li baregehê careke dib vegerên û hêzên El-Serrac biqewitînin.

Baregeha El-Wetiyê li rojavayê Lîbyayê ji aliyê leşkerî ve cihê wê yê stratejîk girîng e.

140 kîlometre dûrî Terablusê ye û nêzî 30 kîlometreyî dûrî sînorê Tunisê ye.

Baregeh di sala 1940’ê de borî de bi navbeynkariya hêzên Amerîka hatibû avakirin.

Ev jî hatin dîtin

Pergala Hevserokatiyê-Dosya

Stêrk Tv

KJK li ser kuştina George Floyd daxuyanî da

Stêrk Tv

Dayika Eyş Şan 30 sale bi Teşiyê hirî dirêse

Stêrk Tv

Sendîkaya Muzîkjen li Birîtanyayê tevlî Kampaniya Azadiya Rêber APO bûn

Stêrk Tv

Kuştina George Floyd û nerazîbûnên li Emerîkayê

Stêrk Tv

Besê Hozan: Bicihkirina hêzan li Zînî Wertê pîlaneke tasfiyê ye.

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!