HERSA LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
XELKÊ ŞÊLADIZÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK RABÛ SER PIYAN
Li Şeladizê piştî ku 5 welatiyên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin çavên herkesî zivirîn ser helwesta hukumeta Başûrê Kurdistanê.
Komkujiyeke wisa hovane li kûdera cîhanê pêk were, hukumet, saziyên sivil, parlemento tev dikevin dewlerê.
Lê li Başûrê Kurdistanê berde daxuyaniyeke li şûna li dijî êrişkaran derkeve, berovajî êriş dike ser kesên ku li dij van komkujiyan derdikevin.
Gelê Şeladizê doh rabû ser piyan.
Li ser zimanê wan tenê gotinek hebû. Bimre Erdogan, bimre xiyanet
Hêzên PDK xwe lê vê raperîna gel ranegirtin û bi dajwarî êrişî sxelkê Şeladizê kirin.
Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker, duh li bajarokê Şeladizê wesayîtên sivîlan bombebaran kirin.
Di vê bombebaranê de 5 welatî şehîd bûn.
Li ser vê komkujiya dewleta Tirk, gelê herêmê bang li hikûmeta herêmê kir da ku dest ji bêdengî û bêhelwestiyê berde.
Piştî ku desthilatdariya herêmê hewl da kuştina xelkê sivîl a ji aliyê dewleta tirk ve rewa nîşan bide, xelkê herêma Şêladizê rabû ser piyan.
Lê hêzên PDK’ê êrîşî welatiyan kir, û bi dehan kes kirin binçavan.
hezen-pdk-derdora-xwepesandern-dorpeckirin
Di dimenan de jî xuya dike ku hêza ku ji Dohuk û Amêdiyê anîbûn, çawa parastina leşkerên dewleta tirk a dagirker dike.
Lê tevî êrîş û astengiyan jî xelkê Şêladizê rabû serhildanê.
Gelê berxwedêr diruşmeyên wekî, “Bijî berxwedan bimre Erdogan” Bimire xiyanet” berz kirin.
Raperîna gelê berxwedêr ê Şêladizê tevî hemû destwerdanan jî didome.