Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serhildana 6 û 8’ê Cotmehê 05.10.2020

 

SERHILDANA 6 Û 8’Ê COTMEHÊ
HER DER KOBANÊ, HER DER QADA BERXWEDANÊ

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Kobanê.

Di 5’ê Cotmehê de jî gelek tax û gundên Kobanê ketin bin dagirkeriya çeteyan.

Erdogan jî dema ku serokwezîr bû li Dîlokê axivî û got: Vaye Kobanê li ber ketinê ye, wê bikeve.

Ev gotina Erdogan bû sedema serhildana gel.

Li aliyekî bi hezaran kesî berê xwe dan ser sînorê Kobanê û çûn Pirsûsê.

Li aliyê din bi milyonan kes li Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê daketin qadan.

Şervanên YPG û YPJ’ê jî bi çekên xwe yên ferdî li dijî çekên giran ên DAIŞ’ê li ber xwe didan.

Di 5’ê Cotmehê de şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî.

Heman rojê birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan li girava Îmraliyê hevdîtinek pêk anî.

Rêber Apo di vê hevdîtinê de gotibû; wê li dijî DAIŞ’ê heta dawî li ber xwe bidin û li ku derê Kurd hebin divê li wê derê berxwedan hebe.

Li Amedê jî hevserokên KCD, HDP, DBP û HDK bi daxuyaniyekê banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê kirin.

Li ser banga Rêber Apo li bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes bi dirûşmeya ‘Her der Kobanê her der Berxwedane’ rabûn serhildanê.

Ev çalakî di demeke kin de li tevahiya Tirkiye û Ewrûpayê belav bû.

Û her der veguherin qadên berxwedanê.

6’ê Cotmehê jî ji Cizîra Botan heta metrepolên Tirkiyê çalakiyên girseyî pêk hatin.

Ev serhildana gel 3 rojan bi şev û roj dewam kir.

Lê hikumeta AKP’ê wekî çeteyên DAIŞ’ê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest bi komkujiyan kirin.

Di nava 3 rojan de 54 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 2 hezar welatparêzên kurd jî hatin binçavkirin.

Piraniya qurbaniyan jî endam û alîgirên HDP’ê bûn.

Ji bo lêkolînkirina kesên hatine qetilkirin HDP’ê sê caran pêşniyarpirsa avakirina komîsyonan da meclisa Tirk.

Lê hersê caran jî nehat qebûlkirin.

Tevî vê yekê jî Erdogan heyfa xwe ya têkçûna li Kobanê ji HDP’ê hiltîne.

Erdoganê ku vê yekê dike ti carî ji bo ronîkirina bûyeran lêpirsînek neda destpêkirin.

Pêşniyarpirsên HDP’ê ji bo lêkolînkirina bûyeran her tim ji aliyê parlementerên AKP-MHP’ê ve hatin redkirin.

Ji ber ku lêpirsîn were destpêkirin wê bê dîtin ku bê HDP di wê pêvajoyê de ji bo çareseriyê çawa tevgeriyaye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv