Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serhildana Kobanê 06.10.2020

 

SERHILDANA KOBANÊ

2’yê Tîrmeha 2014’an çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên li dijî Kobanê kirin.

15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAIŞ’ê ji bo Kobanê dagir bikin, ji 3 aliyan ve dest bi êrişên berfireh kirin.

Êrişên li dijî Kobanê di Cotmeha 2014’an de hilpekiyan navenda bajêr.

5’ê Cotmehê Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê bi çalakiyeke canbexşane rê li ber çeteyan girt.

Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li ser bihîstina çalakiyê, çalakî mezintirbûn.

6’ê Cotmehê di serî de Nisêbîn, Qoser, Amed, Batman, Bakurê Kurdistanê rabû ser piyan.

7’ê Cotmehê şefê faşîst Tayîp Erdogan li Dîlokê got, “Kobanê ket, wê bikeve.”

Heman rojê li seranserî Bakurê Kurdistanê gel serî hilda.

Polîs û eskerên dewleta Tirk nedikarîn ji baregeh û avahiyên xwe derkevin.

Li Ewropayê jî bi sedhezaran Kurdistanî şev û roj li qadan bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên herî girseyî yên salên dawî hatin lidarxistin.

Ciwanên Kurd li Pirsûs, Nisêbîn û Cizîrê xwe li sînoran xistin û beşdarî Berxwedana Kobanê bûn.

10’ê Cotmehê xelkê Nisêbînê û yê Qamişlo sînorê dagirkeran ji holê rakirin.

Ji 6 heta 9’ê Cotmehê 43 welatparêz di Serhildana Kobanê de şehîd bûn û 2 hezar kes jî hatin girtin.

Bi serhildanê re êrişên DAIŞ’ê hatin şikandin û şervanan çete ji bajêr qewitandin.

26’ê Çileya 2015’an Kobanê bi temamî hat rizgarkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv