Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serkeftina Kurdan a li hemberî daraza Almanya: Dadgeha Kasselê qirar da ku alên YBŞ û YPG ne qedexe ne 08.01.2021

 

SERKEFTINA KURDAN A LI HEMBERÎ DARAZA ALMAN
DADGEHA KASSELÊ: ALÊN YBŞ Û YPG’Ê QEDEXE NÎN IN

Li Almanyê tevî ku ala YBŞ’ê di nava lîsteya “alên qedexekirî” ya Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê de nîn e jî, polîsan bi rengekî kêfî nehiştin ku al bê hildan.

Kurdistaniyekî ku dixwest ala YBŞ’ê hilde, li Dadgeha Îdarî ya Kasselê li dijî polîsên Eyaleta Hessenê gilî kir.

Dadgehê pêwîstî pê nedît ku têkildarî dozê rûniştinekê bike û biryara xwe yekser eşkere kir.

Dadgehê 5’ê çileyê biryar da û diyar kir ku helwesta polîsên eyaleta Hessenê neheq bû.

Dadgehê destnîşan kir ku ne tenê ala YBŞ’ê her wiha ala YPG’ê jî qedexe nîn e.

Parêzerê Kurdistaniyan Sven Adam li ser biryara dadgehê daxuyanî da û got:

“Her kes bi vê rastiyê zane, lewma qedexe ji destpêkê ve bêwate bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv