PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
SEROKÊ KRAG’Ê MAHMOUD PATEL: REWŞA BIRÊZ OCALAN JI YA MANDELA XERABTIR E
Free Ocalan… An go ji Ocalan re Azadî…
Êdî ev deng û dirûşme li tevahiya cîhanê belav dibe.
Gelên welatên cûda yek bi yek daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.
Li Afrîkaya Başûr jî Koma Xebatê ya Kurd-Afrîkaya Başûr KRAG û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr COSATU bi daxwaza azadiya Rêber Apo rabûne.
Her du rêxistin û saziyan bi vê dirûşmê destpêkirina kampanyayeke navneteweyî ragihandin;
Êdî dema wê hatiye; ji bo aştiyeke adilane li Tirkiyê, ji Abdullah Ocalan re azadî.
Hedefa kampanyayê ew e, ku Neteweyên Yekbûyî, ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê.
Der barê kampanyayê û girîngiya azadiya Rêber Apo de Serokê Koma Xebatê ya Kurdî ya Afrîkaya Başûr Mahmoud Patel ji ANHA’yê re axivî.
Mahmoud Patel destnîşan kir ku wan çawa ji bo azadiya xwe û Nelson Mandela têkoşiyane wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî têbikoşin û wiha got:
Rewşa birêz Ocalan ji ya Mandela xirabtir e, divê her kes ji bo serbestberdana Ocalan tev bigere û zextê li dewleta Tirk bike.
Mahmoud Patel destnîşan kir ku wê di çarçova kampanyayê de zextê li Netewên yekbûyî bi domdarî bikin da ku ji bo pêkanîna aştî û edaletê li Tirkiyê û herêmê, Rêber Apo serbest berde.
Mahmoud Patel dibejê: Em li Afrîkaya Başûr ji bo misogerkirina berdana birêz Abdullah Ocalan wekî Nelson Mandela, em ê berpirsyarên xwe yên exlaqî û siyasî pêk bînin.
Piştigiriya navnetewî di vê têkoşînê de girîng e.
Li Afrîkaya Başûr, piştgiriya navnetewî, kampanyaya “Azadî ji bo Mandela”, zexta li ser hikumetan û rêxistinên herêmî û navnetewî, hemleyên grevên birçîbûnê û hemleyên boykotkirinê, em ber bi azadiya siyasî ve çûn û mafên me hatin misogerkirin.
Em bang li sekreterê Netewên Yekbûyî dikin ku peywira xwe wek bi cih bîne û bi awayekî yekser ji bo serbestberdana birêz Abdullah Ocalan bikeve nava hewldanan.